Cûdî

10/02/2009 12:23

Çiyayê Cûdî yek ji çiyayên mezin ên bakurê Kurdistanê ye. Çîyayê Cûdî dikeve navbeyna Şirnex û Silopiyê de. Cûdî ji wextê Nûh Pêxember, kû Gemîya wî heta îro jî meşhure û niha çîyayek gelekî giringe. Tête zanin, ku heta Gemîya Nûh Pêxember di wextê Tofana Nûh de liser çîyayê Cûdî sekinîye. Ji hingê û heta niha, Cûdî wekî çîyayek bi xêr tête naskirin. Her sal ji gelek derên Kurdistanê û heta ji derveyê Welat jî mirov dihatin ku herin ser Sefîneya çîyayê Cûdî. Mehek an jî heyvek sax diman liser Sefîneya çîyayê Cûdî.

Bes niha ji salên 1995 an pêde Çîyayê Cûdî hatîye qedexe kirin, ji ber ku eve 10 salin Tirkî Operasyonên xwe yên leşkerî di vê menteqê û heremê de bicih tîne.

Çîya`yê Cûdî û daristanên wê di nav sala 2006 de gelek caran ji alîyê leşkerê Tirk ve hatîye şewitandin. Wextê ku xelkê herêma Şirnex, Cizîr û Silopî nerazîbûna xwe li dijî agiberdana çîya`yê Cûdî nîşan didan, leşkeran ne dihêlan ku agir werde vemirandin. Îsal heta çar û pênc caran ji alîyê leşkeran ve agir berdane Cûdî.

 

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info