AXAYÊ MIN BÛYE BÎSTAN
01/04/2009 19:21
Axayek ne xwes dikeve, ji xulamê xwe re dibêje.
.
-Kuro here ba hekîmekî, bêje zû were axayê min nexwes e.
Xulam:
-Bas e axa, lê ger hekîm nexwesiya te bipirse ez çi bibêjim jê re?
Axa: .
-Hema bibêje serê axayê min werimiye bûye wekî kundiran, poz werimiye bûye wekî gizeran, dest werimiye bûye wekî xiyaran, ling werimiye bûye wekî balîcanan, zik werimiye bûye wekî zebesan....
Xulam:
-Axayê min ê delal, ma hewqas tistî ezê çawa di hesê xwe de bigrim, hema gotina kurt ezê ji hekim re bibêjim "Hekim zû were axayê min bûye bîstan!"
ji pirtûka "Mahmud Lewendî"