Dîcle

10/02/2009 12:29

Di serdema kevn de ereban ji çemê Dîcleyê re, Dîjla, faris û kurdan Tîgra, rûsan Tîr û yunaniyan jî Tîgrîs gotine. Îro jî hemû ewropî ji çemê Dîcleyê re, Tîgrîs dibêjin. Koka gotinê yek e lêbelê her gelî li gor zimanê xwe bilêv kiriye. Gotina Dîcleyê xerabkirina Tîgra ye. Lêvkirina “Dîcle”ya îroyîn nêzîkî bilêvkirina (telafuzkirina) erebî ye. Wateya Tîgra; bi tîj û hêz diherike û mezin e. Ji xwe Botî, Cîzîrî, Mêrdînî û heta li hindek deverên Başûr hîn îro jî ji Dîclyê re dibêjin Ava Mezin an Çemê Mezin.

Du milên Dîcleyê hene. Serçaviya milek jê, çiyayên Master û Sarê ne ku nêzîkî gola Hezarê ne. Ev mil ber bi Madenê ve tê. Li wir navê wî êdî çemê Madenê ye. Avareş jî dibêjin. Çemê Madenê ber bi Pîranê ve tê û di rojavayê Pîranê de ber bi başûr ve diherike.

Milê Dîcleyê yê duyem jî, ji herêma Licê ji Biriqleynê derdikeve û ew jî ber bi rojavayê Hênê û rojhilatê pîranê ve diherike. Herweha çemên Maden û Biriqleynê nêzîkî bajarê Eglê dibin yek. Piştre ava Furkaşo (Devegeçidi) tê ser. Dîcle îro di nav bajarê Amedê de, ber bi Bismilê ve çeng dide. Ava çemên Reş û Ambarê tên ser. Piştre ava çemên Batman, Xerzan û Botanê tên ser û hîn xurtir û bi hêztir dibe. Di Heskîfê de, ber bi Cizîrê ve diçe û dadikive başûrê Kurdistanê. Ji Musilê şûn ve ava Zêyê Mezin û Zêyê Biçûk tên ser. Ji Zêyê Biçûk re Avaşîn jî dibêjin. Ji herêmen Lolan, Şemzînan û Geverê jî çemeke têrav tê ser Zêyê Biçûk ku jê re dibêjin Ava Heyatê. Ya herî dawî jî ji Zagros û herêma Îranê ava çeme Diyalê dikeve ser ava çemê Dîcleyê. Dîcle ji aliyê dirêjbûnê ve çemê Kurdistanê yê duyem e lê piştî ku derbasî Iraqê dibe ji aliyê debiya avê ve çemê Kurdistanê yê herî pirav û mezin e.

Dîcle ji serî heta dawî 1900 km dirêj e. Di di nav tixûbên Tirkiya îroyîn de dirêjiya Dîcleyê 523 km ye. Bi tevî, 600 km di nav axa Kurdisanê re derbas dibe. Li başûrê bajarê Bexdayê Dîcle û Ferad dibin yek û êdî jê re dibêjin Yekava Ereb (Şat-ul Arab).

Qada Dîclêyê, ji %12 li nav tixûbên Tirkiyê (38.280km2), %2 Suriye (6380km2), %54 îraq (172260 km2), %34 Îran û welatên din e. Bi giştî qada avdaniya Dîcleyê 319000 km2 ye.

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info