Evîna Bextewar Tuneye | Jan Axîn
24/03/2009 12:34
Êdî wext dereng e, ji bo hînbuna jînê
Bila dilê me biîskin, di şevreşê de
Ji bo bicuktirîn stranek, kambaxî divê
Ji bo her ricifa dil, axînek divê
Ji bo tingîneke gîtarê, îske îskek divê
Evîna bextewar tune ye
Evîn tene ye ku, ji janê nehatibe
Evîn tune ye ku, dil de birîn veneke
Evîn tune ye ku, ru neçilmisîne
Evin tune ye ku, ji girî nehatibe
U tevî te ji evîna welêt
Cana min, xezala min, birîna dilê min
Ez te di dil de disitirînim, mîna çukek e baskşikestî
Li me dinêrin u diçin, beyî ku tiştekî zanibin
Dubare dikin li pey min, rîsîyê minên hûnandî
Ewên ku hazir in bimrin, ji bo çavên te yên reşbelek
Tu tiştê mirov lê nayê, ne xwurtîya wî
Ne qelsîya wî û gava ku
Bi hêvî hembêza xwe vedike sîya wî ya xaçekî ye
Gava ku bi hêvî dilgeşîya xwe diqîre wê dieciqîne
Jîyana wî jê bîyanî û êşeke bênav e
Jîyana wî dişibe wan leşkerên bêçek
Ku ji bo qedere din xwe girê dane
Hişyarbuna sibehê dê bi kêrî çîyê wan bê
Ewên ku êvarî çek ji dest tên girtin
Hêstirê xwe bigre ez bi gori û bêje
Evina bextewar tune ye
Helbest: Louîs Aragon
Werger: Cemîl Denlî
Muzîk: Jan Axîn