Ez Nizanim | Serhedo
24/02/2009 17:05
Wa dilê min ka ji min re bêje
kîjan rê raste ez nizanim çi bikim
hey cana min
ez nizanim çi bêjim
ez nizanim kurde herim
de bêje cana min
dema min çû
ew riya rast şanî min bide
ew riya baş şanî min bide
ez dixwazim ser wê rê herim
de bêje cana min ez bes bigerim
ez nizanim ezê çi bikim
ez nizanim kurde herim
dilê min û serê min wek hev nabêjin
devê min û destên min wek hev nakin
çavên min xixwazin ez serê xwe rakim
nigên min jî dixwazin ez ji vir bazdim
lê ezê bimînim weke xwe tiştekî nakim
ka bêje cana min
ezê çi bikim