Lê Lê Qazê | Şakiro

20/02/2009 23:00

Lê lê Qazê lê lê zalimê
Bihare serê min dêşê dilê min ji bona te yane yane were, hê were, ....
Ax were hey hey were Qaza min were
Berxê, sibeye serê min dêşê dilê min ji bona te yane yane
Xwedê fesad u şeytanê orta min û Qaza min da qebul neke qe hilnede
Vê sibengê tu sêhr bike mesheba Qaza min meshebekî giran e.

Lo lo lo....
Par vî çagî taxima sing û berê Qaza min ji min ra alîkî deşt bû yek zozan e,
Isal ji pêra keti destê kotî şildorkî miskînî ne merdî heramî mêran e,
Tu bala xwe bidê vê sibengê dêrisê gundan da çawa qedr û qîmetê me neman e

Ax de were he ye were Qaza min were....
Gundo wê hê hê hê....
Ha gundîno Qaza min Qazîn e
Yeke bejn zirave, çepil dirêj e, por kej e
Nav qendil e, gerdene zirav e
Jêr di elîn e
Lêvê tenik e kaxidîn e
Diranê hurin mircanîn e
Zarava şêrîn e
Xeberdanê şekirîn e
Zmanê tujîn e
Poze biçuk û pîjîn e
Sor suret e sor û sosinîn e
Tu dêna xwe bidê xal xalîn e
Vê sibengê cavê reşîn e
Biryê tenik e qeytanî ne
Natikî fire ne çar tilî ne
Li serê Qaza min kofi ne,
Ser kofîyan da şahr û şemaqîn e
Ser şaran û şemaqyan da mirîşkîne
Ser bê xwedîyê mirîşkîyan da qolek zêrê Mahmûdî ne
Tu sêhr bike taxima singû berê Qazê fenanî zozanê
Li Suryê li Maşuryê li Waxuryê li Sînê li Sînegê Karliov li Bîngolê
Şuşar li Tekmanê zozanê me Serhedê
Meriv konê xwe dayne çadira xwe biçikîne
Çend rojeka bi mêvanî nav taxima sing û berê Qazê da bimin e
Lezetê ji bedena xwe bibîne
Vê sibengê tu nifirê miskînê heramî mêrê qaza xwe nakim
Geli gundi û cînarno sebebê orta min û qaza min va,
De sebebê orta min û Qaza min va xêrê ne ke wayê qenebîne were...

Ax de were hey were Qaza min were....
De were piçuka min were
Nazika min were
Nazenîna min were
Vê sibengê gerdenzera min were
Merhem li kewa birîna min were
Xuy şirîna min were
Heya dinya xwaşû ava be
Min sondxwarî bi serê resulê Ekrem pêxember e
Vê sibengê tu cara di dêrisê gunda da nadim terka bejna zirav singê zer e


Lê lê Qazê lê lê zalimê
Bihare serê min dêşê dilê min ji bona te zar e zar e were, were …
Ax were heye hey were Qaza min were wax ay
Berxê hê hê hê wê hê hê hê hê...
Sibeye serê min dêşê dilê min ji bona te te zar e zar e
Mêr ku heye bê qewle bê qirar e
Jin ku heye parsîyê xwar ê
Meriv ayba mêrê camêr bibîne
Gereke tim bi tim bi cara lê bike star e
Ez çi bikim felek xayîn e merê miskînî heramî mêrê Qaza min nikar e
Geli gundino cînarno gilî û gazin û loman ji min nekin
Tu dêhna xwe bidê vê sibengê malxirabo
Xaliqê alemê mirazê mirazxwazan hasil bikira
Mirazê min û Qaza min jî tevayî
Gidîno bi miskînî heramî mêrê Qaza min nikar e
Sêr bike vê sibengê bira Xaliqê alemê mirazê mirazxwazan hasil bikira
Mirazê min û Qaza min ji bi tevayî tu dêna xwe bidê vê sibengê malxirabo
Parsa şêst û şeş wilayetê Turkîyayê bi nesîbê min kira
Minê sibê hetanî êvarê parsa xwe bikira
Sevê nivê bişevê bianya danya
Vê sibengê orta xwe û Qaza xwe va
Tu sêhr bike di dêrisê gundan da jo bona min û Qaza min gelî gundî cînarnô
Ê ji bona min û Qaza min va ne tu eyb ê ne tu qar e were were ….

Ax de were hey were Qaza min were....
Le gundo wê hê hê hê....
Ha gundîno vê sibengê
Qaza min Qazîn e
Yeke bejn zirave, çepil dirêj e, por kej e
Nav qendil e, gerdene zirav e
Jêr di elîn e
Poze piçuk û pêjîn e
Diranê hurin mircanîn e
Zendê zer tenikin badayîne
Ser zendan da bazinê zêr û zîvîne
Ser bazinê zêr û zîvîn da
Kulilkê qerqasiyên spî ne
Desta da tesîya di mûşî ne
Derd û kulê dinya yê dibêj e di rêse
Cem miskînî heramî da dicivîne
Tu dêna xwe bidê vê sibengê
Xaliko rebîyo gerdena zirave
Lêvê tenik e kaxidîn e
Diranê hurin mircanîn e
Zarava şêrîn e
Xeberdanê şekirîn e
Tu dêna xwe bide vê sibengê malxirabo
Zmanê tujîn e
Poze Qaza min biçuk û pîjîn e
Vê sibengê suretê sorê xal xalî ne
Tu dêna xwe bide çavê reş e kildanî ne
Biryê tenik e qeytanî ne
Xaliqo bi rebîyo
Vê sibengê natikî fire ne çar tilî ne
Li serê Qaza min kofi ne,
Ser kofîyan da şar û şemaqîn e
Ser şaran û şemaqyan da mirîşkîne
Ser bê xwedîyê mirîşkîyan da Qolek zêrê Mahmûdî ne
Tu dêna xwe bidê geli gundi û cînarno
Taxima singû berê Qazê fenanî zozanê
Li Suryê li Maşuryê li Sînê li Sînegê Karliov li Bîngolê
Suşar li Tekmanê welatê me Serhedê
Vê sibengê tu sêhr bike meriv konê xwe dayne çadira xwe biçikîne
Çend rojeka bi mêvanî li nava taxima sing û berê Qazê da bimîne
Lezetê ji bedena xwe bibîne gelî gundi û cînarno
Li miskînî heramî mêrê Qaza xwe tu cara nifira nakim
De sebebê orta min û Qaza min va xêrê ne ke wayê qenebîne were …
Ax de were hey were Qaza min were....
De were biçuka min were
Nazika min were,
Nazenîna min were
Dev li kena min were
Xwîn şirîna min were
Gerden zera min were
Melhem li kewa birîna min were
Heya dinya xweş ava be,
Min sond xweriye bi sonda qesemê,
Bi navê Quranê bi dîn îmanê,
Bi telaqê jin berdanê heya dinya xweşû ava be
Di dirisê gunda da tu cara nadim terka bejna zirav lo singê zer e
...

LI GOTINEKÊ BIGERE

Mûzîk

Sîmon

Sîmon

Music Playlist at MixPod.com  

Şiyar Agiri

Şiyar Agiri

Music Playlist at MixPod.com  

Nazdar

Nazdar

Music Playlist at MixPod.com

Şerîf Kayran

Şerîf Kayran

Music Playlist at MixPod.com

Şêrîbana Kurdî

Şêrîbana Kurdî

Music Playlist at MixPod.com

Sîmar

Sîmar

Music Playlist at MixPod.com

Zuher Cemil

Zuher Cemil

Music Playlist at MixPod.com

Zoya

Zoya

Music Playlist at MixPod.com

Armanc

Armanc

Music Playlist at MixPod.com

Aram Dîkran

Aram Dîkran

Music Playlist at MixPod.com
malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info