MA HISÊ WÎ HEBA..!
01/04/2009 19:18
Gundî hemû li dorê civiyabûn. Wî jî li erebane dixist û digot:
-Hê Allah hê!
Selawat li nebi Muhemmed hê hê!Carê rabu pê û li dora xwe ziz bû. Bi zizbûnê re, him li erebana xwe dixist, ji alîkî de jî qesîde digot.
Ji gundiyan yeki, ji gundiyekî din pirsî:
-Ero tu dibînî, çawa li dora xwe zîz dibe, eyni wekî perwane ye. Gelo ma hisê wî naçe?
Gûndiye din:
-Na lo, ma his di serê wî de heba qet weha dikir!
ji pirtûka "Mahmud Lewendî"