Sebrê | Şakiro

20/02/2009 23:11

Sebrê sibeye dilê rezîl li wê ma ye hê hêy hê hêy…
Yadê mahrumê sibeye vê sibengê dilê bê qewl û bê qirar ji xwe ra ca li wê ma
Ha û rebenê belekê berfê di helîyan îro ji êvarda li quntarî çîyê ma
Yadê min qederê xwe dane li jorê dinivîse li jêrê li serê me hemuya ne
Sêhr bikê vê sibengê malxirabo gelo li jêrê li hevîya maqulkî çê ma

Sê dîtikê dinyayê herdu dilê maşuqê dil di hevda ji hevdu biqetin
Sebrê bihare yek derkeve zozana wax, yek dêrisê gundan da’l ber germê ma
Ax zerî welato welatê me nîne wax way
Gidî welatêkî gêwir e tu dêna xwe bidê her çî kesê dêrisê gundan da,

yar û dosta wî tune be

Ez ji tera sond bixwim bê qedr e bê rûmet e,

wax sebrê qedr û qimeta wî tunîne way ax hay

Sebrê, gelo li bilinda ha li bilinda hayyyê hê hêy hê hêy...
Yadê mahrumê tu sêhr bike min ji te ra nego li bilinda ha li bilinda
Bihare welatê me hatî pelê gulê û sosin û rihan û leymun û dar û darçînê
li me ve bû
Qedera min bi res bû, şansê min tune bû, berfekî li me barî
Gidî gelo tu sêhr bikê pelê gulê û sosin û rihanê ma di binda

Lo bêbexto çi bêbextî bû ji kavlê gund da gundê xirab da te yê

derbekî xençerê cal i min da

Ezê rabim bi destê kubara şêrîn bigrim bi kêfê ra bimeşime dêrisê gunda
Bi nava dêreçîta mêzerhêsîna kofî kêla gerden zera

na wele çepil dirêja bejn bilinda
Lo bêbexto gelo qasekê dewranekî derbasbikim li kavlê gund da
Hewara me xwedê kêf dikî li dinyayê herdû dilê masuqê dil di hevda
ji hevdu biqetin
Ca bihare yek derkeve zozana wax,
yek bimîne li germ û germistana kavlê gund da
Ax de zerî tu sêhr bike kesera malê dinyaliga derewîn ninê kedera dilê rezil e
Berxê kedera giran, mereqa xirab, bê derdê dila ma di dil da
Ax de zerî welato welatê me nîne ax way
Gidî welatêkî gêwir e tu sêhr bike herçî kesê dêrisê gundan da

yar û dosta wî tune be

Bê qedr e bê rûmet e ma sebrê qedr û qimeta wî tunîne way ax hay

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info