Serêkaniyê
09/04/2010 23:17
bajarek navçeya Serê Kaniyê ye, li parêzgeha Hisiçayê ye û dora 80 kîlometran bakur‑rojavayî bajarê Hisiça û 100 kîlometran rojavayî bajarê Qamişlo ye. Hejmara nişteciyên Serê Kaniyê 50 000 e. Li gundên başûrî bajêr gelek Êzîdî dijîn. Navçeya Serê Kaniyê ji wan navçeyên parêzgeha Hisiçayê ye, yên ku hikûmetê malbatên ereb lê bi cî kirin. Serê Kaniyê bi kaniyên xwe yên avê navdar e.