Çopî

Çopî

Chopy Xan, tu dikarî  ji bo xwendevanên Netkurdê hinekî behsa jiyana xwe biki. Tu kî yî?  ji Kuderê yî? Û  çend salî yi?

Ez di sala 1983-yê de li Kerkukê ji dayîk bûme. Sala 1986-ê ji ber rewşa kurdan a li Kerkukê, malbata min jî mecbûr ma ku terka Kerkukê bike û em jê derkevin. Ez salekê bi malbata xwe re li ser sînorê navbera îraq û îranê jîyam. Ez di sala 1988-ê de, tevlî malbata xwe hatim Ewropayê. Ez bi kurekî gelek baş re zewicî me û neha em li gel hev li Holendayê dijîn. (Bi beşerek devken, berê xwe dide hevjînê  xwe û weha dibêje) Nuha jî em  bi hev re hatine vê şevê.

Tu wî weka Bodygardê xwe, bi xwe re nagerînî ne wisa?

(Dikene) dibêje

Erê bodygardê min e.  

Pişt re serrast dike û weha dibêje

Na, na ez henekan dikim. Min xwest em bi hev re werin Danîmarkayê.

Ez dixwazim em bi hev re li derûdoran bigerin. Loma em bi hev re derin derên cuda cuda. Farûq (ji orkestra roj-tv-ê ku pê re hatîye), dikene û tevlî sohbeta me dibe,  dibêje:Beriya ew bizewicin, bi hevre peyman çêkirine ku Choyp tenê bi serê xwe neçe deran.Na, na, dibêje Chopy, bi Xwedê tiştekî weha tune. Farûq, bo çi tu weha dibêjî.  (Em tev bi hev re dikenin).

Baş e Chopy, em hinek jî behsa hunera te bikin. Te çewa dest bi muzîkê kir. Jiyana te ya hunerî kengî dest pê kir?

Min di temenekî piçûk de dest bi muzîkê kir. Dema ez hîn pir biçûk bûm, min goranî (stiran) bi înglîzî digotin.  Dema ez heft salî bûm li Holandayê ez çûm kursa koral. Li wir ez hînî  zanîstên destpêkê yên muzîkê bûm.

Çima hunermendîtî? Te ji bo çi xwest tu bibî hunermend? Ya ku tesîr li te kir çi bû?

Denge diya min pir xweş e. Ez bi stiranên dîya xwe mezin bûm. Tesîra wê gelek li ser min çêbû ku min jî hunermendîtî hilbijart.  Nuha ew jî bi grûbeka hollandî re dom dike. Bavê min jî gelek ji muzikê hez dike, arşîva  wî ya kasetên klasîk heye.

Weka tu jî dizanî, di civata kurdan de, derketina ser dikê ji bo qîzan qedexebû, te çewa ev azadî bi dest xist? 

 

Rast e, gelek zextên giran li ser qîza kurd hene, lê mirov nikare bêje, ev ji bo herkesî weha ye. Gelek malbatên ku bi hunera keça xwe serbilind in jî hene. Malbata min jî yek ji wan malbatan e ku yarmetîya min kirin da ez di hunerê de bi serketî bim.

Alîkarîya wan, ji min re bu hêzek mezin. Weka min berê jî got, dîya min jî dengbêj e, li ser hunerê xebatê dike. Di vi warî de ez azad im, û ew bi xebata min serbilindin.

Heta niha te çend album derxistine?

CD-ya min a ewil di sala 2003-an de bi navê ”çît naw binêm”  (Kîjan navî bidim te) derket. CD  ji 9 sitranan pêk hatîye. Ya duyem jî di 2007-an de ku ji 13 sitranan pêkhatîye, bi nave ”Nawit denêm jîno (Navê te kim jîno) deriket.

 

Hunera te di kîjan astê de ye û mûzîka te  kîjan nifşê temsîl dike? Guhdarên te kî ne?

Ev pirs gelek berfireh e.  Ez nikarim bersîva vêya bidim, ez bi tîtîzî xebata xwe dimeşînim û gelek xwe pê re deşînim jî. Jê û pê de jî girêdayî xelkê ye û guhdaran e. Gel vê biryarê dide, ez nikarim bidim. 

Muzîka min temsîla her kesî dike. Yên ji temenê heftan û heta yên hefteyî jî diakrin muzîka min guhdarî bikin.  Ez bawer im ez ji bo her kesî stiran dibêjim. Di rojên pêş de ez hez dikim stiranekê jî ji bo zarokan bistirêm.

NETKURD | Dîya Rûmet |  Kopenhag | 5.11.2008

LI GOTINEKÊ BIGERE

Mûzîk

Şivan Perwer

Şivan Perwer

Jiyana Hunermend Şivan Perwer
malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info