Azadîxwazim - Cegerxwîn

Azadîxwazim - Cegerxwîn

 

Tîp û lekên kurd ketin zinaran
Li hawîr bumba bû gullebaran
Êrîş dibin der komên neyaran
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Şev ta sipîdê me nîne qet xew
Cihan li ber me dibîte rew - rew
Nêrkew nexwenî, çi bêî mêkew ?
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Bavê te çû şer, şêre li meydan
Êrîş dibin ser Îran û Tûran
Destên xwe dan hev kurmanc û dostan
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Kengî mezin bû, divêm bixwênî
Rewşa cihanê tu xweş bibênî
Ji nû tu karî dijmin derênî
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Keç û kurên kurd hemî şîyar bin
Ji bo serbestî hemî li kar bin
Ji hevre dost bin, dijê neyar bin
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Dijware dijmin, Tûran û Firse
Gernas û mêrbe, ji wan metirse
Sibê şiyarbû, li min mepirse
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Ji bo xweşbin dem û gevên te
Ezê sipîdê bighê bavê te
Bere ziwabin herdu çavê te
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Milên xwe bidme milên berane
Di şer da en tev xûşk û bira ne
Êrîş bikin em, lê şer girane
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Bizane, xwendin ji bo we derman
Da ku bizanin qanûn û ferman
Derxin ji dil em van tirs û şerman
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Destên xwe bidne destên çepên rom
Bibin partîzan bi leşker û kom
Carek metirsin ji "hok" û "fantom"
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Dibî bavê te di şer de bimrî
Zinhar kurê min nebî tu bigrî
Em tenê kuştin ji bo tu nemrî
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Dijmin naçî der bi lav û gazê
Xwînê nerêjî naghê daxwazê
Siba diçim şer divêm tu razê
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Şex û melan em tev kirne derwêş
Ev bû du sed sal, em bûne berbêş
Ba bêne kuştin, nemêni ev eş
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Şîn tê bi xwînê dara serbestî
Îdî naxwazin dîlî, bindestî
Ev êlperestî, ev olperestî
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Mirovperest im mîna Cigerxwîn
Serbest bijîn tev, ne wek "Mem" û "Zîn"
Jîna serbestî, divê me ev jîn
De rabe ser xwe, kurê min rabe

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info