Bengî Agirî

Bengî Agirî

Birêz Agrî; tu kare xwe bi xwendevanên me bide naskirin?

Ez di sala 1969 an de  li Amûdê hatim dinê û min xwendina xwe ya seratayî li Amûdê xwendiye û ya bilind jî li Şamê di beşê rewanşinasî (Sosyologî-ilimliştîmah) de xwendiye.   Min di gelek komên mûzîkê de cî girtiye û di kovara sorgul ya ku bi zimanê Erebî li Libnanê weşana xwe dikir  xebat kiriye, ev çend sale ku ez koçber im û dûrî welatê rojê bi fîzîkî dijim, lê ruh û hestên min tucara ji welat cuda nebûne û heta Bengî Agrî bijî wê Welatê wî li dîwana dilê wî rûniştî bimîne û ji bo azadiya wî biqîre.  

Birêz Agrî te kengî dest bi karê hunerî kir?

Destpêka karê min yê hunerî  di 12 saliya min de bû, lê gava cara yekemîn ez derketim ser dikê bi koma Agirî re  di sala 1988 an de bû, bi strana xwe ya (buhara li ber êvarê) ez derketim pêşberî gelê xwe, ew stran ji gotinên helbestvan Beşîr mele û awazê Derwîş Agrî bû.  

Birêz Agrî te qala Koma Agrî kir, ez behwer dikim ku tu endamekî damezrêner yê koma Agirî,yî? Tu karê hinekî  qala kar û xebatên koma Agirî bikî?  

Raste ez yek ji kesên pêşî bûm ji yên ku koma Agrî damezirandin, karê komê her çiqas ne karekî profesonal bû lê me pir karên hêja avirandin, weke mînak berhema yekemîn ya bi navê( Heyî lê nazê tu nazî ) bû destpêka gaveke hunerî li ba me, ew stran giha herderê Kurdistan û gelek hunermenda ew stran gotin.

Berhema diwemîn yan jî ya sêyemîn nema tê bîra min, ya bi navê mezin Apo vê berhemê jî bi şêweykî pir balkêş dengveda û bû strana ser zimanê her kesî.

Ez dixwazim vê bêjim ku koma Agrî tim li hêla gelê xwe û azadiya wî tekoşîn dide  meşandin, stranên ku êş û azarên gel tîne ziman û asoyên berxwedanê li ba wî fereh dike di afrîne.

Koma Agirî heya niha jî wî karî dike û ez di wê behweriyê de me ku wê berdewam be di helwesta xwe de heya roja azadiya gelê Kurd hilê, û tîrêjên wê bighê her bostek ji xaka Kurdistanê. 

Birêz Agrî gelo we çend berhem bi navê koma Agrî tomar kirin heya tu li wir bû?  

Ez behwerdikim 11 berhem me tomar kirin û min di hemî berheman de stran gotin.

Koma Agrî ji bo min bû dibistaneke mezin, û bingeh ji bo karê min yê hunerî.

Xweş tê bîra min me carna zêdeyî 12 katjimêran kar dikir û em pê nedhisiyan bê dem çawa derbas dibû.

Karê hunrî ne wek tu karê dine, karên din tu karê bikê bêyî ku tu jê hizbikî, lê karê hunerî bê hizkirin nabe, ji ber vê me karê xwe bi evîneke mezin û bi kêfxweşî dikir.

Birêz Agrî tu karê navê çend hunermendên endamê koma Agrî ji bo xwendevanên me bêje?  

Di sala 1986 an de me got emê komekê binavê koma Agrî damezrînin, wê çaxê Bengî Agrî, Peywan Erjîn, Derwîş Agrî, Hekîm Sefqan, Elî Mensûr, Şiyar Agrî, Sefqan û xweşnav di nava vî karî de hebûn, vê dawiyê  Xalid, Tariq û hinek hunermendên din jî tevlî komê bûn.  

Birêz Agrî te di nava komê de tenê karê Mûzîkê dikir yan te karên din jî dikirin?  

in karê şano jî 6- heya 7 salan di nava komê de kir, ji wan kara hinek nav jî li li dû min heya niha jî mane, wek navê Kulî  ku heya niha jî hinek heval û dostên min pê gazî min dikin. Çiqas karê me zor jî bû lê wî karî roj û bîranînên xweş li pey me hiştin.  

Birêz Agrî te tenê di nav koma Agrî de stran gotine yan te bi komên din jîre stran gotine?

Bê goman mebesta te li Welet e?

Min di 1995 an de du stran bi koma Hêzil a Tirbespiyê re, û di 1996 an de bi koma Botan a Qamişlo re û di 1995 an de bi Koma Cûdî a Dêrikê re stran gotin e.     

Birêz Agrî te yekemîn kilîpa xwe li Eurupa çêkir, yên ji vê kilîpê hizdikin pirin û ez yek ji wanim, çawa ramana çêkirina vê kilîpê bi tere çêbû? Û çima ew stran bi tayîbetî?  

Me di sala 1998 an de ev stran amede kir,  ji gotinên Beşîr Mele û Awazê Elî mensûr,in, lê strana ku ji hestên gel biaxife tucara kevin nabe, em tev dizanin ku par vî wextî dewleta Tirkiyê gef li şervanê azadiyê û başûrê Kurdistanê xwarin û heya niha jî zirtan dike, îca helwesta min weke hunermendekî wê çibe gelo? di behweriya min de wê karekî hunerî be ku di asta  piştgiriya wan qehremanên ku welatê me ji keriyên guran diparêzin de be, min dît ku strana herî nêzîkî helwesta min ev stran e, min kilîpa wê jî bi keda xwe çêkir û mesrefa wê jî min ji berîka xwe da, ji xwe yê ku min nas dikin dizanin ku hatina min tune û carna ez li peydekirina nanê xwe diheyrim, lê gava ji bo welat be hêsanî dibe,  xizanî jî stuyê welatparêziyê natewîne. Heta ku ev welat azad nebe  ezê tenura sar û bêdeng bêjim.  

Birêz Agrî tu paşeroja çand û hunera Kurdî çawa dibînî? Gelo li gora hêviyên te pêşdikeve?  

Muzîk bi xwezayê re hatiye holê, mûzîk jî mîna matematîk, coxrafiya, biyolociyê ji xwezayê tê û pir pêwiste di jiyana miletan de, her wiha mûzîk dibe arîkarê gelek nexweşyên mirovan. Ev tê wê wateyê ku mûzîk di jiyana gelan de cihekî pêwist digre. Em dibînin îro mûzîkên xelkê pir bi pêşketine ji ber bingeha xwe ji kilasîkên xwe girtine, ew mûzîka ku kilasîk bingeh bigre wê bi hezarê salan bijî, ême em dibînin Şakiro, Arifê Cizrawî, Gerbêtê Xaço û Evdalê Zeynikê hêdî hêdî ji nav me bardikin û di cihê wan de mûzîkên bêjî derdikevin holê,  ne kirasê Kurdî li wan tê û ne tu dikarê kirasekî din ji bo wan peyda bikî. Ez dikarim bêjim ku hunermendê Kurd ji rihê xwe hêdî hêdî durdikeve ji wî rihê fentazî û afrandinê dur dikeve û berê xwe didê KOPÎKIRINÊ, xwezî kopîkirineke bi zanebûn jî ba belkî hevqasî zerar nedaye hunera Kurdî, lê kopiyeke kore û bê hişe, berê civaka me ji reseniyê dughere, bi taybetî berê ciwana ji reseniya hunera Kurdî dughere ev metirsiyeke mezine li ser çand û hunera Kurdî, cihê daxiyê ku saziyên me yên raghandinê jî ji vê kopiyêre dibin arîkar bi zanebûn yan jî ne bi zanebûn ya ku li ber pêlên tunekirinê diçe çand û hunera Kurdiye. Pêwiste em reseniyê bi pêşêxin resenî nayê wê wateya ku em neafrînerbin, gereke em hespê afrênerya xwe di meydanên çand û hunera Kurdî de bibezînin, ne di kopîkirina xelkê de. Niha wilo li me hatiye ku em dinava bablîsoka ku tenê li dora xwe digere de dimînin, û hewil nadin ku em xwe ji vê bablîsokê rizgar bikin.  

Lê divê ez vê jî bêjim ku hêviyên min di vegera reseniyê de bilindin, weke ku tê gotin piştî her tevlî heviyê xweşî  tê, piştî tariyê ronahî û piştî şînê şahî tê .ez bihêvîme ku dolabê reseniya hunera Kurdî dîse bi xurtî bigere û rastî hizkiryê  xwe were.  

Birêz Agrî di dawiyê de tu dixwazê çi ji xwendevanên mere bêjî?  

Ez di serî de spasiya te dikim ku tu vî karê hêja dikî ji bo piştgirya hunermendan, bê goman îro hertişt buye madî lê ez dibînim bêyî ku tu,  tu sûdên madî ji vî karê xwe wergirî tu bi hemî hêza xwe piştgiriya hunermendê Kurd dikî, ev jî ji bo min şanaziye ku hîn yên weke te hene.Wekî din jî ez hêvîdarim ji hemî hunermendên Kurd ku xwe dûrî kopîkirinê bikin û stranên li ser serpêhatî û jiyana gelê xwe biafrînin, ji stranên li ser xelkê bêhtir em qala êş û azarên gelê xwe bikin, qala xwezaya welatê xwe bikin. Di dawiyê de jî ez rêz û hurmetên xwe ji bo hemî gelê Kurd dibêjim, bi hêviya rojên azad her şad û bextewer bimînin.  

Ez jî bi navê xwe û binavê hemî xwendevanan spasiya te dikim ku  te îro ev wextê xwe yê giran buha bi mere parvekir.  

Hevpeyvîn: Xebat Şakir | Berlîn Elmanya | 12.11.2008

LI GOTINEKÊ BIGERE

Mûzîk

Sîmon

Sîmon

Music Playlist at MixPod.com  

Şiyar Agiri

Şiyar Agiri

Music Playlist at MixPod.com  

Nazdar

Nazdar

Music Playlist at MixPod.com

Şerîf Kayran

Şerîf Kayran

Music Playlist at MixPod.com

Şêrîbana Kurdî

Şêrîbana Kurdî

Music Playlist at MixPod.com

Sîmar

Sîmar

Music Playlist at MixPod.com

Zuher Cemil

Zuher Cemil

Music Playlist at MixPod.com

Zoya

Zoya

Music Playlist at MixPod.com

Armanc

Armanc

Music Playlist at MixPod.com

Aram Dîkran

Aram Dîkran

Music Playlist at MixPod.com

Teyar

Teyar

Jiyana Hunermend Teyar
malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info