Cegerxwîn

Cegerxwîn

Cegerxwîn bi navê Şêxmûs ji dê û bavekî gundî-cotkar-belengaz di sala 1903'an de li gundê Hesarê hatiye cîhanê, ji yanzde xûşk û bira tenê sisê mane: Şêxmûs, Xelîl û Asya. Di sala 1918'an de bavê wî Hesen li bajarê Amûdê serê xwe danî û çûye ser heqiya xwe. Di sala 1919'an de li gundê Bêdir-Memo diya wî Eyşan ya heftê salî jî serê xwe danî û çûye ser heqiya xwe. Cegerxwîn pêlakê li cem xusk û birayê xwe maye.

Di sala 1920'an de çûye xwendegeha olperestî û çend salan li ser hev li Kurdistana Sûrya yê, Îraq û Îranê jî li xwendinê geriyaye û rewsa gelê Kurdistanê bas nas kiriye. Di sala 1927'an de keça xalê xwe Kehla Selîm ji gundê Hesarê ji xwe re tîne û li Amûdê bicî dibin. Di sala 1928'an de xwendina xwe qedand û îcaza xwe wergirt û bû melayê gundê Hazda jorî û di wê salê de dîwana xwe ya yekemîn nivîsiye, ev dîwan winda bibû û berî 3ê salan ketiye destê me û heta îro nehatiye çapkirin. Di sala 1936'an de, Cegerxwîn bi çend malên gundiyan ve du gund li jêrê avaniyê avakirin(Çêlek û Cehenem). Di sala 1937-1938'an de, Cegerxwîn û hevalên xwe Nadiyek-Komelak li bajarê Amûdê ji xortên kurd re vekirin û komela wan gelek berepês çû, lê bi navtêdana hin mirovên nezan û dijminê miletê kurd Firansizan ew komele girt.

Di sala 1946an de Cegerxwîn mala xwe ji gund guhaztiye bajarê Qamislo û ketiye nav pêlên rêzanî û siyasetê û di wê salê de Civata Azadî û Yekîtiya Kurd hate çêkirin: Dr. Ehmed Nafiz serok û Cegerxwîn sekretêr...

Di sala 1948'an de Cegerxwîn bûye hevalê Partiya Komunîst a Sûrya yê. Di sala 1949'an de cara yekemîn bû ko Cegerxwîn hatiye girtin. Di sala 1950'an de Cegerxwîn dikeve Civata Astîxwazên Sûrya yê û di hundirê wê de kar dike. Di sala 1954'an de Cegerxwîn ji hêla komonîstan ve bû namzadê perlemana Sûriya yê.

Di sala 1957'an de Cegerxwîn ji komonîstan dûr dikeve û di wê salê de Cegerxwîn û hevalên xwe rêxistina AZADÎ sazdikin û pistî pêlakê Cegerxwîn û hevalên xwe rêxistina xwe fesix dikin û bi Partiya Dîmoqratî Kurdî re dibin yek.

Di sala 1959an de Cegerxwîn direve Îraqê û sê salan li wir dibe mamosteyê zimanê kurmancî li Zanîngeha Bexdayê perçê kurdî. Di sala 1962an de hukûmeta Îraqê bera Cegerxwîn dide û ew û zarokên xwe vedigerin Sûrya yê, Cegerxwîn tê girtin û pistî pêlakê tê berdan.

Di sala 1963'an de dîsa Cegerxwîn tê girtin û dikeve Zindana Mezê li bajarê Samê, lê pistî pêlakê tê berdan lê wî nefî (Surgun) dikin û disînin bajarê Siweyda nav Durziyan, lê pistî pêlake ne dirêj tê berdan û vedigere bajarê Qamislo yê.

Di sala 1969'an de Cegerxwîn diçe Kurdistana Îraqê nav sorisa kurdî û nêzîkî salekê li wir dimîne. Di sala 1970'yî de Cegerxwîn ji Kurdistana Îraqê vedigere Sûrya yê. Di sala 1973'an de Cegerxwîn direve Libnanê û dîwana xwe ya sisyan KÎME EZ? Û çîroka Salar û Mîdya li wir çap dike. Di sala 1976'an de Cegerxwîn vedigere Sûriye yê û heta sala 1979an li wir dimîne.

de Cegerxwîn ji Sûrya yê direve û diçe Siwêdê û pênc salên xwe yên dawî ji jiyana xwe li Siwêdê derbas dike. Di 22-10-1984'an de li bajarê Stockholmê Cegerxwîn serê xwe danî û çû ser heqiya xwe. Cegerxwîn di hewsa xaniyê xwe de li bajarê Qamislo yê hatiye vesartin. Zarokên wî yên ko li dû xwe histine du kur û çar keç in: Keyo, Azad, Gulperî, Rojîn, Beniye, Selam. Neviyên wî 26 kes in.

 

Helbest:

  • Dîwana yekem: Prîsk û Pêtî, 1945 Şam

  • Dîwana diwem: Sewra Azadî, 1954 Şam

  • Dîwana siyem: Kîme Ez? 1973 Beyrûd

  • Dîwana çarem: Ronak, Weşanên Roja Nû, 1980 Stockholm

  • Dîwana pêncem: Zend-Avista, Weşanên Roja Nû, 1981 Stockholm

  • Dîwana sesem: Sefeq, Weşanên Roja Nû 1982 Stockholm

  • Dîwana heftem: Hêvî, Weşanên Roja Nû 1983 Stockholm

  • Dîwana hestem: Astî, Weşanxana Kurdistan, 1985 Stockhol

Ziman û Ferheng:

  • Destûra Zimanê kurdî, 1961 Bexda

  • Ferheng, perçê yekem,1962 Bexda

  • Ferheng, perçê diwem,1962 Bexda

 

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info