Dilê min kesera dikşîne
Qamişlo li bîra min tîne
Leylane dil hemî evîne
Şev derenge û roj xemgîne
Dil ji kerba te digrî
Erê dayê tû negrî
Evîn li te kirine pîvan
Demê vegerîn li me civan
Warê min ger hemî roj jiyan
Dûrbûna te windakir viyan
Dil ji kerba te digrî
Erê dayê tû negrî
Dilê birîndar derman nabe
Can û ceger li ba te mabe
Şevîn bê te wê çawa şabe
Jiyan bê evîn weha nabe
Dil ji kerba te digrî
Erê dayê tû negrî
Buhar şîn dibe bi hêstiran
Xwunav xweşdike bihna gulan
Awirên çava dikin lîlan
Her tû dimîne xewna şevan
Dil ji kerba te digrî
Erê dayê tû negrî
Ji dûrbûnê li şevê bake
Awazên xemgîn tû çêke
Helbesta evînê tû lêke
Silavê jînê tû birêke
Dil ji kerba te digrî
Erê dayê tû negrî
Qêrîna şevan pir dijware
Dilê reben her birîndare
Dûrim ji war roj li min are
Kaniya derda tim bê zare
Dil ji kerba te digrî
Erê dayê tû negrî
Xewneroj û her şev dibhure
Arê evîn qet na vemire
Erê dayê tû negrî
Dil ji kerba te digrî