Ednan Mihemed Bavê Heco | Dêrka Hemko 1969 | Sazvan û awazçêker

Ednan Mihemed Bavê Heco | Dêrka Hemko 1969 | Sazvan û awazçêker

Pêşî xwe bide naskirin , Bavê Hêco kiye ?

Navê min Ednan Mihemed e , bi Bavê Hêco hatime naskirin ,di sala 1969an li bajarê Dêrika Hemko di malbatek a xizan de hatime jînê û ta niha lê dijîm .    

Kengî te dest bi hunerê kiriye û li çi sazan didî ?

 Despêka min di sala 1987an bû , bi tembûrê ( bxlemê ) min dest bi sazê kiriye .

Tu kengî hatî naskirin di nava gel de ?          

Di sala 1989an de çaxê tevlî koma Cûdî bûm li Dêrika Hemko , bi stiran û awazan û  sazbendiyê. .di Newroz û şahiyên neteweyî de derketim pêşberî gel , her weha bi awaz û stiranên min dayîn hunermendên herêmê jî bêhtir ez hatim naskirin di nava gel de .

Awazên te nermin û stiranên te jî melûlin , gelo ev bandûra hunermendan li te bûye yan ji çi tê ?           

Raste , min gelekî guhdarî nemir M.Şêxo dikir , her weha Tehsîn Taha , Erdewan  û Eyaz zaxoyî , Evdil-ezîzê Simê . . . û ev rengê melûl û xemgîn bi jiyana min ve girêdayî ye , wek ti dizanî ez di jiyanek êş û bikul re derbasbûm e , jiyana kurdan hemî jan û derde , axîn û kesere .

Çend berhemên te hene ? û helbestên kî te stirandine ?

Ta niha şeş kasetê min hene , piraniya gotin û awazan yên minin , lê helbestên gelek helbestvanên kurd min awaz lê peya kirine û stirandine wek Cigerxwîn , Melayê Cizîrî , Melevan Resûl , Ciwan Dêrikî , Diljan Cûdî . . hd .

Te got : min awaz û stiran dane gelek hunermendan , tu dikarî hinek ji wan bi nav bikî ?

Ma kî maye stiranên min ne gotîn ? hunermendên herêmê û hinek yên derve jî ,wek Koma Cûdî , Cemal Se-edûn , Elî gavan , Ronî Cizrawî , Azad Feqe ,Ednan se-îd , Mistefa xalid , Bengîn Cizîrî , Hisên şakir , Ferhan şero ,Nûhad Diyab ,Nûhad Yûsiv , Bavê Hozan ...  û gelekên dî , bi rastî hunermendê min stiran dayînê mafê min parastiye û navê min li ber stiranê daniye di kasetê de .

Başe çima te weke wan hunermendan deng ne standiye ?

Birastî ez ji nav û balkişandinê , ji kamîra û çirîsokan hesnakim , nedengdana min hinekî bi kesatiya min ve jî girêdayî ye , ez mirovekî rastgo û vekirî me , ji melaqî û dirûtiyê dûrim ,  lê bi nêrîna min  civaka me hê huner û wateya hunerê nasnekiriye , gelê me hij hophop û lotkan dike ¸ stiranên sivik , awazên zarvekirî  . .gelek hunermend bi dawetan deng distandin ,gelek ji wan nêzîkî rêxistinên siyasî bûn , sûd ji derfetan dîtin , îro TV jî roleke sereke di naskirina hunermendan de dileyizin û ez jê dûrim . ne poşmanim ji keda xwe dur gelekî kêmin lewra xelk li tiştên çirîsokî digerin .

Rewşa hunerê çawa dibînî ?

Rewşa hunerê ne di nav kurdan tenê de lewaze , hunera îro bi piranî ..ya rojane û erzane , ew nirxê hunerî têde kême , tu dibînî stiranek bi kurdî derdikeve her ew stiran bi wî awazî bi zamanê tirkî û erebî jî tê stiran , ev nêzîkbûnek a sivik û serserye ji hiner û stranê re . yê hunermend gereke hest nazik be , şeyda be , giyanek nependî di hunera wî de diyar bibe .

Ji bo çareserkirina vê rewşê çi tê xwestin ?

Ev karê pispor û saziya ne û ev di nav kurdan de hê ne rûniştine , tu pîvan ji stiran û awazan re li cem me nehatine danîn , yê perê wî hebin wê kilîpan çêke û rêke TVan û dengbide , hunermendê ji dil dimîne dûr û winda , ew lêgerîn li huner û hunermendan nehatiye kirin da alikariya wan bikin .

Hêviyên te çine ?

Hêviyên min ewin ku mafê kurdan bi cihbin , komît û saziyên taybet ji hunerê re werin çêkirin , yekîtiya hunermendan sazbibe , tilvizyonek ji parçê rojava re were vekirin , hêviyên min wek hêviyên her kurdê dilpak û dilsozê kêşe û pirsa kurdî ye  .

Gotina te ji xwendevanan re .

Bi hêvîme herkes li stiran û awazên kurdî yên resen guhdarî bike , li folklor û kelepora xwe bibin xwedî , li dengbêjan guhdarî bikin , bila nifşê paşerojê ji dîroka me ya hunerî şerm neke , çimko gelek dur û gewher têde veşartî ne , em bizarvekirina kilîpên biyaniyan yên erzan newin xapandin , sipas ji hemî dilsozên çand û hunera kurdî re , her serketî bin .

Hevpeyvîn Ciwan Dêrikî

 

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info