Evîna Dil - Cegerxwîn

Evîna Dil - Cegerxwîn

Evîna dil, te dil kirye birîndar
Bihara min, hemî zer bûn gul û dar

Me ew rojên ciwanî, dan bi tolik
Ketim heştê, ji nûve bûm evîndar

Diran û çav û dil pêkve şikestin
Û porê min sipî bûye bi yek car

Bi her çaran dibî xort û dipî pîr
Ji bona min nema hêjan e her çar

Nezanim ez, digel jînê dibazim
Weke berxê dinav pencên gurê har

Cihan pêkve di çavê min de xweş bû
Niha, pîr im, di çavê min de bû sar

Şeva reş pej vedane, hate ser min
Ku roja min liber ava ye, êvar

Ciwan bûm, ez bi dost û yar û kes bûm
Ku pîr bûme, hemî kes bûne nayar

Evîna min wekî hespê çeleng e
Revandim ez, ne zengo û ne hevsar

Li kû dimrim, diçim kû, ez nizanim
Dema dimrim, ezê çibkim bi Hessar?

Ketim heştê û serjêr bûme deştê
Ne ew lat û ne ew hîm û ne ew dar...

Berê rengê pilingan ez bi saw bûm
Ji ber xapan, niha ez bûme keftar

Bi ber pêlan ketim bê doz û daxwaz
Dinalim ez wekî Hirçê birîndar

Cigerxwîn bes bibêje, pir dirêje
Bese kurdo, ji xew rabe tu hi?yar

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info