Ez û Tu | Gulnar Elî

Ez û Tu | Gulnar Elî

ez û tu tenê
li vê dinê
evînxwazîn ji berbangên
rojhelat , rojava bê warîn
nezikîn mîna
rih, can...
çav, mijlank....
lêv , peyv.
û dûrîn mîna
xewn û rastî
esman û ax
heyv û dax
tîrêj li pişta asoyên bilind
te digerin
av
ber
dar
bi rengê te dinexşin
di çav ê keskesor de,
neynik ji dêmê te dixemilin
tu buy ez
yan ez bum tu
yan jî ez û tu
vedideyn konê reş
hevokên giriyayî
derya bin dest dinoş
tihniya rû geş dike

vîyana min ji heyvê re
eşqa te ji gilavêjê

serbilinda çiyayî bûm
tihnîyê tavge bûy î
dilbera agir î me
dildarê befr ê yî
ne heyv ji boz bilindîya xwe
hat xwar
u ne gilavêj
ne çiyayî rêya xwe guhorî
u ne tavge
ne agir î befr bêhujand
ne befr ê agir vemirand
fîxana hêsira me ye
digehê bejna xilmaşiya sinorên zêrîn
bajarê sirûda evîn ê
ez û tu
tu û ez....
buhara xwezîya
li xwe dehbarî dubare dikeyn
şev û roj li bejna kirasê xemên me kerkir

cîhana me tenê
kovana me tenê
çavkaniya rondikên me tenê

dol û çiya nahêlîn
dinav bera me biqetînin
min buhar sêdarkir bi werîsê keseran,
û jêra giriyam
payizan ra weşiyam
têm nivîsandin ser belgên werandî
zarokek hiştî li taristana hêlay
benda
dermanê êşa xewnên bêdawî
li goristana hêviyan

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info