Ezim nalîna Helebça - Azad Hecer

Ezim nalîna Helebça

îro tê nalîna Helebça
dotmama xwediyê zendên rizyayîne li bin kelevça
kulîlkim ez...
gelek dîtin ji min're jiyana li nav baxçan
sisê'me îro...
nehîştim bi xwediyê xwe're ez bibim mezin
sisême îro 16'ê Adara ma reş
reşbû, reşe û wê tim reşbe ji riwê wan're
16'ê Adarê bihna wê hat
dinya raket hew ez dîtim
nebihîst nalîna Helebça dihat
rojê riwê xwe guherî
ji dijmin're dikir tarî
jiyan mir, berî ez bimrim
piştî mirim dîsa rabû
got xweş rewşe û mirov rakir
mirovêbirayê xweyî mirov
dinya lê kir qefesek tarî
û jiyan lê kir 10 sanî
kuştim ez û rehmek nekir
û te digot qey ne weke wî mirovim
li min neporsî û zarok qurçimandin
xewn û hêvî hilweşandin....
û îro diprse nalîne helebça
îro diprsim EZ...
ji termên nepixî
ji wê bêdengiya di
ser Helebça de bariya bû
ji wan karwanên ku
bi ezman de hildiperkîn
ma qeder û ji min're nîvisandiye
ji roja ez çêbûme bi min're dimeşe?
yan doh ji min're nîvisandine?
ma gelo guhene gaba dipirsim ÇIMA?
çima ev bû qedera min?
Mirin erê
zarok, mezin ciwan û pîr
lê ez mam her bandikim
ez'im Nalîna Helebça
û îro hatiye roja mafê min
bizanibe mirovo
Nalîna Helevça ticar namire
di roja 16.03.1988
li ser rûpela dîrokê hatiye nîvisandin
bizanibe êdî Nalîna Helebça nema biçûke
êdî Nalîna Helebça MEZINE
û mafê xwe ji te dixwaze...
09.10.2003 şemî
Nalîna Helebça

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info