Festîvala Tîrêj ya strana rojavayê Kurdistan
Bang
ji hemû Hunermendên Rojavayê Kurdisanê re
ji bo tevlêbûna duwemîn Festivala Strana Rojavayê Kurdistanê.
Festîvala Tîrêj ya strana rojavayê Kurdistan
Saziya Çand û Hunera Rojavayê Kurdistanê ya derveyî welat, duwemîn festîvala strana rojavayê Kurdistanê ji bo bîranîna seydayê Tîrêj de li dardixe.
Kesên vexwendî:
Hemû hunermendên rojavayê Kurdistanê ne - yên ku mercên tevlîbûnê di stranên xwede pêk bînin.
Em hêvîdar in ku hemû hunermendên rojavayê Kurdistan, ji tevahiya Ewrupa û welatên Iskendenavya cihê xwe di vê festivalê de bigrin.

Mercên tevlîbûnê:
1: Strana ku dikeve Festîvalê, divê ne hatibe tomar kirin û ne jî hatibe belavkirin.
2: Divê stran berî 01/04/2009 an bighêje destên komîta amadekar,
Wê komîta festîvalê stranên ku gerek tevlê bibin hilbijêrin.
Jûrî:
Jûrî ji 8 kesan pêk tê, di nava wanade Helbestvan, mûzîkvan, hunermend û şanoger hene, wê ev kes stranan ji bo festîvalê hilbijêrin.
Berhemên xelatan bigrin:
hemû berhemên ku ji hêla komîta amedekar ve werin hilbijartin dikevin Festîvalê û ji nav wan:
yek hunermend tê hilbijartin bi navê xwedyê insiyatîva herî xurt, û wê îsal were xelat kirin, û her weha wê hemû beşdarvan werin xelatkirin ji bo keda ku dane di darxistina festîvalê de.
Tevlêbûn:
Deriyê tevlîbûnê ji her hunermendî re vekiriye ku berhema xwe di dema nîşan kirî de bişîne ji komîta amadekar re
li ser vê navnîşana li jêr.
Navnîşan:
Herr Osse
Wülferoder 17
30880 Laatzen/Deutschland
Ji bo têkiliyê:
TEL:01734427638 Zubêr Salih
01627395711 Kawa Şêxê
01725461712 Xebat Şakir
E-mail:
zubersalih@hotmail.com
kawa142@hotmail.com
xebatchaker@hotmail.com
Saziya Çand û Hunerê ya Rojavayê Kurdistan
Komîta birêvebir
02.03.2009
