Gulîstan Sobarî

Gulîstan Sobarî

Gulîstana Sobarî riwekî nêza yê stranê ye ku ji Kurdistana Sûriyê ye. Beriya aniha ku li neyîngeheke mezin li bajarokê xwe jiya bû û aniha jî li neyîngeheke verast li Ewropayê dijî. Gulîstan riwekî ku li dijî gendîşên rojhilatî rawestiya û ne pejirand ku stran nebe beşek ji laş û giyanê wê.

Gulîstan Sobarî karî bû dengê xwe biparêze, ew bû raza wê ya mezin a ku herdemê dixwest bêje heya ku di sala 1994an de ev raz hate belavkirin bi daketina CDya wê ya yekemîn (Çetelê Axê).

Dixwest bêje ku ev xal dawiyê xembariya wê hunerî ye lêbelê di vê hevpeyvînê de dibêje ku xembariya wê wek hunermendek kurd ji kurdistana sûriyê kuta ne bûye ji bo ji me re li ser xaline din ji xembariya xwe biaxêve.

Gulîstan Sobarî ne dûrî birînên Welatê xwe dijî lêbelê xema wê ya giran ew e ku Doza gelê wê li rojavayê kurdistanê bête çareserkirin. Gulîstan dibêje:

(Ji Hunermend tê xwestin ku kar û têkoşînê bike bo Doza xwe).

Herdemê hewl dide ku di riya dengê xwe re birînên gelê xwe derxe holê ew gelê ku ji bo doza xwe têdikoşe. Hewldanên wê mîna pêxistina mûmekê ye ku tarîhiya asîmanekî ronî dike.

Di riya vê hevpeyvînê re em dê bêtir nêzîkî Gulîstan Sobarî û zeguloka wê bibin û rêçejîna hunermendeke kurd ku ji bikaranîn çeka xwe (Stran) hate qedexekirin, bixwînin, lêbelê di dawiyê de rahişt çeka xwe û stra û bajarê Qamişlokê bi strana xwe ya navdar (Qamişloka Evînê) xemiland.

Em vê hevpeyvîna bi Gulîstana Sobarî bixwînin:

Em dixwazin ku tu bi kurtasî we bide nas kirin?

Ez li bajarê Dirbêsiya ji dayik bûme û ji malbateke hunerî me ez di nav de mezim bûn heya temenê min bû 22 sal, paşê min bi derhênerê şanoyî  Adil Ismaîl re şû kir (Zewicîm). Beriya şûkirina min min di koma Şoreş de kar kir paşê koma Ronahî li bajarê Dirbêsiyê.

Der barê Albumên min a min î yekem di sala 1994an de bi navê (Çetelê Axê) derket û yên din di salên 1997,1998,2000an de bûn.

Kî bû ew kesê ku bandorawî li ser te hebû?

Berî her tiştî zehmetiyên ku ez  ji hidur diêşandim û dengê min xweştir dikir û kesê yekem yê ku hişt ez derd, kul û êşên xwe bêjim birayê min Şukrî bû.

Yekemî strana te kîjan bû?tu sazvaniyê dizanî?

Strana yekem a nemir Mihemed Şêxo bû (Çûme nav bexçê gula) û der barê sazvaniya ez hindekî li tembûrê didim.

Tu wek Jin,gelo ev tişt ji te re ne bû astengî di warê hunerî de?

Çawa na, tev li ku malbata min jî hunermend bûn ne dihiştin ku ez bistrêm, lê wek ku min di pêşiyê de got, Stranbêjî mîna xwîna ku di damarên me de dimeşe ez bê wê nikarim bijîm.

Tu ji kîjan rengên mûzîkê hez dikî?

Mûzîka kurdên Kurdistan

Çima stranek te li ser Serhildana Qamişlo tuneye?

Min ji Qamişloyê re straye û ez dê ji serhildana wê re jî bistrêm. Min gotinên wê amade kirine, lê hîna awaz jê re divên û ez bi xwe ne awazmend im. Ez li bendê me ku hinek awazên wê amade bikin dako ez bikari bim wê tomar bikim.

Stranên li ser Qamişlo pir in, lê strana te ya Qamişoka evînê ji tevan navdartir, kî xwediyê gotin û awazên wê ne?

Ji gotinên helbestvanê kurd Ferhadê Icmo ne û ji awazên Hunermend Behaa Şêxo ne.

Gulîstan li biyaniyê dijî, gelo tu bandora wê li ser hunera te heye?Welat ji bo te tê çi wateyê?

Welat şahnazî,hêz,evînek mezin û xweşiktirîn birîna zarotiya min e û biyaniyê jî dilê min zuha kir û gelek omîdên min jî winda kir.

Gelek Wêneguhêzên (TV) kurdî hene, lê tenê me Gulîstan li ser ekranê RojTv dîtiye gelo çima me stranên te li ser ekranên TVyên din ne dît?Gelo kenalên kurdî mafê Hunermend didin wî?

Kengî RojTv stranên min weşandine? Ji salê carekê min dikin mêvana bernameyekî, ya ew stranan li ba xwe diparêzin heya ku ez bimirim…Li ser kenalên din nizanim çi bêjim, belkî ew jî li bendî daresta min in dako bernameyekî li ser biweşînin.

Lê kêmasiyên min jî hene ji ber ku Clipên min tunene û ez jî lewman li wan nakim wek Partiyên me yên ku heya aniha min nas nakin ku heya îro min tu alîkarî ji wan ne dîtiye.

Çi tişt divê hebe dako mafê hunermend bê parastin?

Divê Komarek hebe (Dewlet).

Azweriyên (tumuh) te çi ne? Gelo azweriyek heye ku heya aniha bi cih ne hatiye?

Azweriya min ku ez bêtir ji berê bidim û ez di Filmekî kurdî de rolekê bilîzim û stranekê bêjim. Ji bo beşê din ji pirsê ez dikarim bêjim ku hîna tiştek bi cih ne hatiye.

Ev demek dirêj e ku me tiştek ji te ne bihîstiye tu soza me û çi didî?

Ez hew diwêrim sozan bidim, ji ber min gelek stran amade kirine lê pirsgirêkên herî mezin di tomarkirina wan de arîşeya aborî û zarok in.

Di dawiya vê hevpeyvînê de em spasiya te dikin xwîşka Gulîstan û em kêfxweş in ku em di gelt e axifîn. Gotina te ya dawî çi ye?

Heke welatê hunermend hebe dê mafên wî yên parastî jî hebin û dê rewşa wî ya aborî jî pêşve biçe. Hêviya min ew e ku Kenalek taybet ji kurdên sûriyê re çê bibe (Deng, Şano, Fîlm û hwd). Ez jî spsiya we dikim.

Wergerandin: Baran Qamişlokî | Soparto.com

LI GOTINEKÊ BIGERE

Mûzîk

Aram Dîkran

Aram Dîkran

Music Playlist at MixPod.com

Armanc

Armanc

Music Playlist at MixPod.com
malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info