Hekîm Sefkan

Hekîm Sefkan

Ev demeke em Hekîm Sefkan li ser ekrana televîzyonê nabînin. Tu li ku yî? Çi dikî? Sedema ku dernakevî ser ekran çi ye?

Vê pirsê ez bêzar kirime, ji hal de xistime, ev 7 salin her ev pirse... tu çima ne xuyayî? Helbet xwezayî pirs li ser Roj tv ye.

Hin tişt hene ku mirov di serî de çare neke dibe girêka koran... qerebalxike biçûk -çandî- di navbera min û berpirsiyarekî çandê de derket, ne ez ji ya xwe daketim ne ew, ez jî mecbûrî hilbijartina riyeke nuh bûm. Helbet wê demê Medya Tv helwestek li hemberî min girt, ew jî mafdar bû, Ji ber ku min bername amade dikirin, min hemû tişt di cih de hişt. Mixabin ew helwest heya nuha jî berdewam e. Tiştek heye divê ku bê zanîn, sedemê destberdana min ji kar ne siyasî bû, ne jî avakirina malbatekê bû, yên ku ev herdu iftîra belav kirin, sedî sed derewîn in û sedî sed provokasyon in, kî dibe bela bibe heya mirinê ez li wan helal nakim. Avakirina malbatê piştî pêvajoya dûrketina min ji kar pêk hat. TV din ên kurdî ji bilî yekê, tu dawetiyên cidî ji min re nehatine, sedema derneketina min ev e. Ez niha li mal im, ji bo jiyana rojê derbas kim, di resturantekê de kar dikim.

Tu demekê ketî nava siyasetê jî, li wan rojan ne poşman î?

Taybetmendiyeke min heye, ez tucarî poşman nabim, min çi kiribe, ez xwe weha qayil dikim, weha dihat xwestin, min kir, hîç nayê bîra min ez poşman bûme... ez bi wan salên xwe serbilind im, şexsiyeta min ji nuh ve ava kir.

Tu bi hunera xwe dikarî debara xwe bikî?

Hunermendên kurd ku neçin dawetan nikarin debara xwe bikin, îcar ya min ji strangotinê bêhtir ez stranê çêdikim. Li cem me, ew çanda ku stranê bikirî tune, ji her tiştî re pere hene lê ji stranê re tune. Helbet nuha min helwest girtiye, êdî nema mîna berê FEDEKARIYÊ dikim, lê jiyana bi hunerê henekeke pir xweş e.

Bavê 2 zarokan î, navbera te û wan çawa ye?

Şer e, qiyamet e, dûman e, dawet e...

Ji bo nivîskar û şaîrekî çêkirina malbatê ne asteng e?

Sernivîsa gotareke min weha bû "Huner wek jinê ye" ez difikirim navê pirtûka xwe jî weha deynim. Lê huner ji jinê jî bi helwesttir e, huner (niviskarî, helbest, mûzik...) pir zikreş e, naxwaze mirov hezkirina wê bi tiştekî din re par veke, ku dixeyide, heya ku mirov lê venegere ew venagere. Diwxawzî bela malbat be, dixwawzî bela dikan be, dixwazî bela siyaset be, huner tu hewiyê qebûl nake, ji ber hemû li hemberî wê asteng in.

Xwe bêhtir çi dibînî? Şaîr, nivîskar yan jî hunermend?

Binêre. Ev her sê kar yek in, huner in, di nav miletê dinyayê de pir kes hene, ku gelek karê hunerî dikin, ez hemûyan jî dikim, ez wêneyan jî çêdikim... lê ez nav li xwe nakim.

AvestaKurd

LI GOTINEKÊ BIGERE

Mûzîk

Sîmon

Sîmon

Music Playlist at MixPod.com  

Şiyar Agiri

Şiyar Agiri

Music Playlist at MixPod.com  

Nazdar

Nazdar

Music Playlist at MixPod.com

Şerîf Kayran

Şerîf Kayran

Music Playlist at MixPod.com

Şêrîbana Kurdî

Şêrîbana Kurdî

Music Playlist at MixPod.com
malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info