Hevpeyvîn li gel hunermend Dilniya

Hevpeyvîn li gel hunermend Dilniya

Karox Hacî Mela Es’edî hevpeyiînek li gel sitranbêj Dilniya Qeredaxî kiriye û di rojnameya Hewlêr ya îro de belav bûye. Kulturnameyê ew ji kurdiya soranî kiriye ya kurmancî û wê li jêr belav dike:

Pirs: Çima piştî stirana »Yaran« ku ji xweştivîtirîn stiranên te ye, te çi stiraneka dî ya ji wî rengî tomar nekir?

Dilniya: Li gele derbasbûna wextî awaz jî tê guhortin. Lê stirana Yaran, ku awaz û teksta mamoste Enwer Qeredaxî bû, di wî demî de gelek deng da.

Pirs: Tu berî demekî li gel Alan Omerî di pêşbirkiyeka stiranê de li Lubnanê beşdar bû. Lê behsê hindê hat kirin ku we çi encamek bi dest xwe ve neanî û we piştî vegera xwe çi behsê vê pêşbirkiyê nekir?

Dilniya: Min piştî vegera xwe di televizyona Someriyayê û di televizyona Zagrosê de jî behsê beşdarbûnê di wê pêşbirkiyê de kir. Ya li cem min giring ew bû ku ez şiyam wek kurdekê di pêşbirkiyeka ji wî rengî de beşdar bibim. Lê min her di eynî wextî de hest bi serkeftineka mezin kir. Min ku hewadarên yekcar pir hebûn xwe ji çi kanaleka ragihandinê neveşartiye.

Pirs: Piştî ku neştergeriyek (operasyoneka) bo te kirî ji bo ku tu pê kîloyên xwe kêm bikî, dihat gotin ku tu pêrgî nexweşiyeka kujek bûyî?

Dilniya: Ev tiştekê bê binyat e. Mebesta min ne ciwankarî bû. Lê ya rast jî ew bû ku hinek nîşan li ser laşê min derketin û min xwest wan ji nav bibim. Sedema lawazbûna min jî vedigere bo îrade û heza min. Ez xwarineka kêm dixwim û berdewam sporê dikim. Vê jî çi peywendî bi ciwankariyê nîne.

Pirs: Te hizra hindê nekiriye ku tu di dramayekê yan fîlmekê sînemayî de beşdar bibî?

Dilniya: Gelek tekst ji min re hatine û ew tekst jî gelek baş bûn lê heta niha ew bawerî li cem min çê nebûye ku di drama yan fîlmekê sînemayî de beşdar bibim. Ez hez dikim di deqekî de beşdar bibim ku jiyana min tê de bêt dîtin.

Pirs: Erê gelo cudahiya di navbera mîhneya te û mêrê te de çi arêşe di navbera we de dursit nekirine?

Dilniya: Nexêr, berûvajî. Ez û mrêr xwe pevre teba ne û ew gelek arîkariya min jî dike.

Pirs: Te hizra hindê nekiriye ku tu Kurdistanê bi yekcarî bihêlî?

Dilniya: Çi carê xeyaleka weha li cem min çê nebûye, ji ber ku ez gelek Kurdistanîperês im û ez ji Kurdistanê jî dûr nakevim.

Pirs: Tu çawa li wan hunermendên keç temaşa dikî yên ku bi stîlê nû stiranan dibêjin?

Dilniya: Min pê xweş bû tu vê pirsiyarê rû bi rûyê xelkî bikî. Ez dikarim bibêjim hinek ji wan baş in û hinekan ji wan jî bi rastî huner şêlandiye. Belkî jî ev stîlê wan be ku ew bi vî terzî ketine ber canê hunerî. Lê min pê xweş e ku ev li xwe mêze bikin. Çimkî huner karekê pîroz e û heq nîne sitem di derheqî de bêt kirin.

Pirs: Dengê çi xanimeka stiranbêj kartêkirina xwe li ser Dilniya Qeredaxî heye?

Dilniya: Min bi giştî dengê keçan pê xweş e û bi taybetî dengê rehmetî Merziye Rezazî.

Pirs: Mirov gelek caran di demê xem û janan de guhdariya stiranek dike û pêre digirî, erê çi carekê ew, li demê te guhdariya stiraneka xwe kiribe, bi serê te hatiye?

Dilniya: Ez gelek caran tûşî wê rewşê bûme û bi taybetî di demê ajotina otomobîlê de ez gelek caran li gel stirana xwe giriyame.

Pirs: Tu li gel karûbarên di nav malê de çawa yî?

Dilniya: Xanimeka gelek destrengîn im.

Pirs: Te ji bo sala bihêt çi di destî de ye?

Dilniya: Ez mijûlî tomarkirina albumeka nû ya bi navê »Kurêk«î me ku ji heşt trakan pêk têt. Niyaza min ew e ez kilîpê bo stiranekê çê bikim, ku awaz û teksta wê yên min in, senaryo ya Arî ye û me li ber e bi stafekê qeşeng re van karan bi cî bînin.

Pirs: Tu di warê sporê de alîgiriya çi yaneyekê (klubekê) dikî?

Dilniya: Ez ji ber hezkirina min ji (Lionel Misi) alîgira Berşeloneyê me.

Pirs: Erê Dilniya Qeredaxî gelek dixeyide yan dereng?

Dilniya: Ez kêm dixeyidim lê ku xeyidîm jî ez dew û doşavê tevlihev dikim.

 

ji kulturname.com, ku ji Hewlêrê girtiye

LI GOTINEKÊ BIGERE

Mûzîk

Sîmon

Sîmon

Music Playlist at MixPod.com  

Şiyar Agiri

Şiyar Agiri

Music Playlist at MixPod.com  

Nazdar

Nazdar

Music Playlist at MixPod.com

Şerîf Kayran

Şerîf Kayran

Music Playlist at MixPod.com

Şêrîbana Kurdî

Şêrîbana Kurdî

Music Playlist at MixPod.com

Sîmar

Sîmar

Music Playlist at MixPod.com
malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info