Kîme Ez - Cegerxwîn

Kîme Ez - Cegerxwîn

Kîme ez?
Kurdê Kurdistan
Tev şoreş û volqan
Tev dînamêtim
Agir û pêtim.
Sorim wek etûn,
Agir giha qepsûn.
Gava biteqim
Dinya dihejî.
Ev pêt û agir
Dijmin dikujî.
Kîme ez?

Ez im rojhilat,
Tev birc û kelat.
Tev bajar û gund,
Tev zinar û lat.
Ji destê dijmin:
Dijminê xwînxwar,
Xurt û koledar.
Ji Rom, ji Fireng,
Di rojên pir teng,
Bi kuştin û ceng.
Parast, parast
Parast min ev rojhilat
Kîme ez?

Rojhilatê nêzîk,
Rojhilatê navî,
Ev bajar û gund,
Ev bej û avî,
Ket bin destê min,
Pî da ser dijmin,
Min bi ceng û şer
Zanîn û huner
Pişta wî şikand,
Serî lê gerand!
Ez bûm padîşah,
Xurt û serbilind
Ketin destê min ta sînorê Hind.
Kîme ez?

Kîme ez?
Kurdê serfiraz
Dijminê dijmin
Dostê aştîxwaz.
Ez xweş mirovim,
Ne hirç û hovim!
Lê çibkim bê şer
Dijmin naçî der.
Bav û kalê min
Dijîn tev serbest,
Naxwazim bijîm
Ta ebed bindest.
Kîme ez?

Divê ez derkevim
Dijminê xwînxwar,
Şahê efyûnkêş,
Jontirkê dijwar,
Serbest bijîm ez
Wek hevçaxê xwe.
Dilxweş bixum ez,
Rez û baxê xwe.
Çekan hilgirim derkevim meydan,
Rêcek nû çêkim ji boyî insan.
Kîme ez?

Ez im ê şikand leskerê Rêşar,
Min bi xwîna xwe parastî ev war.
Di sînga dijmin ez bûme kelem,
Xwe dan siya min Turk û Ecem.
Li ser serê min
Sinbil û kulah,
Serê hespê min
Digirt padîşah!
Ez im ew gernas,
Ew Selahidîn
Bi pirs ji dimyat,
Bi pirs ji Hetîn,
Kîme ez?

Ez im Erdeşîr,
Ew Noşîrewan,
Kesrayê mezin.
Bê tac û eywan,
Dostê kevnare
Ku bûne dijmin,
Ser di tewandin,
Ber agirê min.
Ez im ew qelaş xurt û pehlewan,
Xerac min distand ji Hind û Yewnan!
Kîme ez?

Ez im ew gernas, ez im ew mêrxas,
Belê ez im Kurd
Îro ez mame
Bindest û zigurd!
Ew tac û eywan
Tev çûn û rizîn,
Dijmin nav û deng
Tev ji min dizîn!..
Xistin laşê min mîkrobên teres,
Ta bûm perîşan, bê nav û nekes.
Kîme ez?

Ez im ew Kurdê serhişk û hesin,
Îro jî dijmin ji min ditirsin!...
Bîna barûdê
Kete pozê min.
Dixwazim hawîr,
Biteqim ji bin,
Dîsa wek mêra,
Bikevin çiya.
Naxwazim bimrim,
Dixwazim bigrim.
Kurdistana xwe
Axa Mîdîya,
Kîme ez?

Kawey hesinkar bav û kalê min,
Perçiqand serê zehakê dijmin.
Ji gerdena Kurd
Wî şikand zencîr,
Serê me parast,
Ji birîn û şûr!
Roja hat kuştin xwînmijê dilsoz,
Goya dibêjin:-Ew roje nûroz...
Zivistan diçî,
Ew rojên ne xweş
Parêz dibî Kurd,
Ji dêwê zergeş.
Wesan dibêjî Zerdeştê rêzan,
Ehreman dişkê Hirmiz tê meydan!
Kîme ez?

Ez im ê çêkir ev cejn û nûroz,
Divê bistênim,
Wilo nemênim,
Bigrim tol û doz
Fermandar bim ez,
Li ser Kurdistan,
Bo min bimênin
Ev bax û bustan.
Ev şax û ev dest,
Rez û şînahî
Bigrim destê xwe,
Dilxweş û şahî.
Zana û xwenda,
Dezgevanên xurt
Vî warî bigrin,
Bikin ronahî,
Kîme ez?

Ez im ew Kardox Xaldêwê kevnar,
Ez im ew Mîtan, Nayrî û Sobar.
Ez im ew Lolo,
Kardox û Kudî,
Ez im Mad û Goş,
Horî û Gudî.
Ez im Kurmanc û Kelhor, Lor û Gor,
Ez im, ez Kurd im li jêr û li jor.
Çend hezar salin
Kurdistana min
Perçe perçe ma
Bindestê dijmin!
Kîme ez?

Îro ji Lor û Kelhor û Kurmanc
Ji dest xwe berdan ew text û ew tac,
Bûne olperest,
Bi tizbî û xişt.
Ta dijmin şikand
Li me ser û pişt.
Me dan bin lingan dewlet û hebûn,
Bûn dijminê hev perçe perçe bûn.
Ta ku Kurdistan,
Ta ku Kurdistan
Jar û perîşan
Ket e bin destan!
Kîme ez?

Ez im ew milet, ez im ejderha,
Ji xewa dîlî şiyar bûm niha.
Dixwazim wek mêr
Dixwazim wek şêr
Serê xwe hildim,
Çi ser bilindim.
Bi cîhan carek
Ez bidim zanîn,
Rêçika Markîs,
Rêçika Lenîn.

Kurê Guhderz û Ferhad û Rustem,
Kurê Salar û Şêrgoh û Deysem.
Bejin bilindim,
Wek dêw bilindim.
Ez dest dirêjim,
Serbest dibêjim.
Dixwazim bi lez
Gavan bavêjim!..
Kîme ez?

Ne xwînxwar im ez haştî xwaz im ez,
Serdarê meye gernas û nebez.
Em şer naxwazin,
Divên wekhevî,
Em paş ve naçin,
Dijmin direvî!..
Ji bo mirovan em tev dost û yar
Bijî Kurdistan, bimrî koledar!
Kîme ez?

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info