LÎSTIKEKE NÛ: RÊ

LÎSTIKEKE NÛ: RÊ

Koma teatra kurd a li Awusturyayê Teatrapotamîa bi lîstikeke nû ya kurdî derdikeve ser dikê. Lîstika bi navê ‘Rê’ ji aliyê Sedat Bariş ve hatiye nivîsandin. Her wiha derhênerê lîstikê jî Îhsan Yilmaz e. Rê dê di 3’ê nîsanê de saet 19.30’an derkeve pêşberî temaşevanan. Lîstik dê li paytexta Avustuya Viyana li Theater Akzent Theresinumgasse bê pêşkêşkirin.
Koma şanoyê ya kurd Teatrapotamîa li Viyana xebatên xwe dimeşîne û niha jî bi lîsteke nû ‘Rê’ derdikeve pêşberî hezkiriyên xwe. Di lîstikê de Delîl Bakay, Dersîm Yilmaz, Recep Bektaş, Tahîr Kartal, Nurgul Îlkay, Bahar Yelgîn, Murat Yelgîn, Umît Baran, Firat Demîrbaş û Îhsan Yilmaz rol digirin. Derhênerê komê Îhsan Yilmaz diyar kir ku hemû komên şanoyê yên kurd bi tengasiyan re rû bi rû dimînin lê pirsgirêk xebata wan asteng nake. Yilmaz wiha dirêjî da axaftina xwe: “Astengiya herî mezin ev e ku em xwe nagihînin temaşevanên xwe û agahiya temaşevanên me ji me tuneye. Tişta ne baş ev e.” 
Yilmaz diyar diyar kir ku lîstika ‘Rê’ gelek tiştî vedibêje û bi taybetî jî komediya kurdan derdixe pêş. Yilmaz wiha pê de çû: “Ez lêborîna xwe ji nivîskar dixwazim. Çimkî me gelek tişt ji lîstikê avêtin û me gelek tişt lê zêde kirin. Me naveroka lîstikê dewlemend kir. Rê dê di 3 nîsanê de derkeve pêşberî temaşevanan. Di lîstikê de em hev û din vedibêjin. Tiştê ku ev dijîn vedibêjin. Yanî em xwe kurdan vedibêjin. Em hê jî difikirin ku dê komediya kurdan çawa be. Em hê jî nîqaş dikin, nîqaşên me li ser pratîzekirina komediya kurdan e. Bi taybetî jî pêwistiya gelê kurd bi vê yekê heye. Civaka me kurdan gelek êş û derd dît. Hê jî dijî.”
Derhêner Yilmaz anî ziman ku di 3 nîsanê de li benda hemû kurdên li Viyanayê ne. Yilmaz axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di lîstikê de zîhniyeta ku polîtîkayên îmha û înkarê pêk tînin me derxistiye pêş. Zîhniyeta ku me qedexe dike tê vegotin. Hin wêneyên me xemgîniyê vedibêjin û hin wêneyên me jî gelek bi kêf in. Me xwest ku em hemû bi hev re bikenin û vê pirsgirêkê çawa çareser bikin. Me xwest ku bi tenê nekenin. Ji ber wê jî ez dibêjim ku werin em bi hev re bikenin. Bila em dengê hev seh bikin.” Îhsan Yilmaz der barê gerîlayê şanoger ê kurd de axivî û wiha got: “Hefteya Şanoyê ya Cîhanê ye. Yanî roja şanogeran e. Ez mamosteyên xwe Yekta, Erdogan Kahraman, Hêvî û Rêzan bi bîr tînim. Ez ê her tim di şopa wan de bimeşim. Jiyan li ku be şano jî li wir e. Şano li çiya, kolan û her derê ye.” Rê di 3’ê nîsanê de saet di 19.30’an de dê li Viyana li Theater Akzent Theresinumgasse derkeve pêşberî temaşevanan. VIYANA

azadiyawelat.com

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info