Nokia, mezintirîn firma telefonên destan di cîhanê de, ragihand ku ew dixwaze telefona xweyî nuh „N97“ di hezîrana bê'de daxîne sûkê.
„N97“ bi ekranek 3,5“ ye û bi awayê „touch screen“ kardike. Ev telefon dikare 16 melyon reng nîşan bide û tastûrek tevahî tê'de peyda dibe, kamîra wê jî pênc megapiksile.
Nokia lê zêde kir û got: „dirêjbûna vê telefonê dighêje 117,2 mm, paenûna wê jî dighêje 55,3 mm û qalindbûna wê 15,9 mm. Lê giranbûna wê hinek pirr, ku dighêje 150 g.“
Nokia „N97“ li gor teknolociya nifşên sêyemîn ji telefonên desta û li gor tora „EDGE“ kardike.
Û di vê telefonê de Radyo FM, lîstikvanê mûzîka dicital, GPS hene.