Qamişlo | Dilldar Îsmaîl

Qamişlo | Dilldar Îsmaîl

Dijîm ji bona jiyanê
Her jiyan windaye
Digrîm ji bona viyanê
Viyan her nexwiya ye
Sal  salê dikşîne
Roj zorê dikşîne
Ji çava xwîn dibarê
Ji dîwaran zing û qelş
dengê zindanan li hev dizîvire
Ji qadê agirê sincirî
Ji azman şewqa vemirî
Sal dimîne bê bext
Li azadiyê nabe wext
Bê bextî li ciyê xwe dimîne
Ne payîzê ez rakirim
Ne havînê ez şakirim
Zivistan xwe dinalîn e
Her buhar xwe giran dike
Rizgar nabim bi hesanî
Min dikin bê nav
Li ber min vedidin dav
Bê bextî li ciyê xwe dimîne
Dibhurin roj mih û sal
Ji nava min tê der ar
Nakim bahwer ji dijmin
Dibe wek gurê har
Ji gur hartir dibe
Ne biratî û ne dostanî
Her neyar nabe yar
Bera min perîşan bikin
Min bê war bikin
Nav bera kêlin sînoran..
Şepirze û belengaz
Da ku winda bikin
Dîrok û nav
Min dûrxin ji qada şêrîn
Ew qada ku min mijandiye
Ew qada ku min lorandiye
Ji bîr bikim navê xwe
Winda nakim warê xwe
Pelên dîrokê winda nabin
Hêvî ji axa reş an ji axa sor
Dikim hawar
Bi hawara min ve kes nayê
Dikim qîr
Bi qîra min ve kes nayê
Talan dikin hemî dever
Dikim Ar
Bi derman di vemrînin
Ji kêra bêjim çîroka xwe
Hesta xwe li kû bela bikim
Nerîna xwe li kû diyar bikim
Ji kê bawer bikim
Ji  kê bawer ne kim
Nizanim çawa bêjim
Çawa mirov li me dinêrin
Çawa Çîhan ji hev na pirse
Hinek li ber piya diçin
Hinek bê mirad dimrin
Roj dimîne winda
Dev dimîn e girtî
Hûrdibin hestî
Li bin pêlavên zorê
Li bin dar û davê
Dihêrivin dîwar
Tenê dimînin kavil
Hemî gel dibin xwedî welat
Kurd hê nagrin yek lat
Bera şev neke awaz
Bera roj neke ronahî
Jiyan bimîne bê ken
Sal dimînin bê deng
Xewna evînê min hişyar dike
Xewin qet namîne xewin     
Winda nabe Ala çar reng
Qamişlo rizgar nabe bê ceng

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info