Roj Elî

Roj Elî

Hozan Roj Elî, tu dikare xwe ji bo xwendevanên me naskirin?

Ez bi xwe li bajarê Hesekê başûr-rojavayê Kurdisranê hatime dinyayê, sala 1976. Min di sala 1990 dest bi karê mûzîkê kir. Min pêşî li keyburd dixist bi Hunermend: Azad Tîrêj, Ebdil-Semed Oso, ku min ew di riya hevalekî xwe're ew nazkirin. Paşê min ji sala 1991-1993 dest bi karê Stûdyo kir. Min kasêt ji hunermendan're çêdikir. Di sala 1994 min xweşik dest bi karê mûzîkê kir. Bi alîkariya hevalên xwe, yên ku gelek alî min kirin. Wê demê karê min gelek baş bû li herêma Hesekê. Min wê çaxê gelek deng da bû. Û di sala 2000 hatim welatê almanya û lê dijîm.

Hozan Roj Elî, bêtir bandora kîjan hunermedî li te kirye?

Wek herkesî kî wê demê li cem me bi nav û deng bû, bandora wan li ser min kir. Îcar wê demê li cem me Selah Resûl hebû di sala 1980 min gelek li wî guhdar dikir. Ji ber ew dihate dawetan û min ew didîtin. Yanî wê çaxê dawet wek reklam bû ji bona hunermend. Gelek hunermend hebûn ku ji me're wek nûjen dihatin ji ber wa me gelek li wan guhdar dikir, wek Selah Osê û Merwan Sebrî. Her wiha min li Ciwan Haco guhdar dikir û min carna stranên wî digotin li daweta.

Gereke ku hunermend bi partiyan ve girêyayî be. Tu vê yekê çawa dibîne?

Her însanek û nêrînek wî heye, li gor xwe û dîtina xwe ji xwe’re tevdigere. Ê min çênabe ku ez tevî ti partiyan bibim. Kesê ku bi partiyan ve girêdayî jî hirmeta min ji wan re heye. Ez bi xwe diherim şevên hemû partiyan û orta me xweşe jî. Lê ez ticar nabim hevalên ti partiyan, ji ber hunermend wek neynika millete. Heger tevî partiyan bû êdî nema kare êsha millet bîne ziman. Ê min ev dîtina mine!

Ji hunermendên niha, tu kîjanî wek kunkurensê xwe dibîne?

Ez wek kunkurens nabînim, ez nikarim bêjim ez kunkurensê vî hunermendî’me. Ji ber her hunermendek û guhdarên wî hene, her hunermendek û style’a wî heye. Yanî  hene, yên deng xwesh hene, lê ne wek kunkurens ez wan dibînim. Ez dixwazim ez tishtek çêbikim ku têxim nav arshîva kurdî û sûdê li vê çandê bikim. Naxwazim tishtekî çêkim ji bo ku hunermendên din mûzîka wan xerab bikim. Em gerek her yek tishtekî bikin ji bo vê çandê, ji bo vî milletî. Yanî wek pêwîste li ser her hunermendî.

Kîjan berhema te tu bêtir da naskirin di nav millet de? (ji xwizatî em behsa milletê kurd ji parçê rojava dikin)

berhema min a yekem bi navê hêsira nebarîn’bû. Ku min di sala 1994 belav kir. Pashê di sala 1998 min berhemek din çêkir, ku ez bêtir dam naskirin. Di mehekê de nêzîk 4000 kasêt hatin firotin.

Stranek ku ne a teye, lê tu dixwaze ku te ev stran straba?

Yaw gelek stran hene ku gelek kêfa min ji wan re tê. Ji ber ez di nav mûzîkê de dijîm û ji ber rihê min bi stranan re ye, stranên kêfa min ji wan re tên gelekin. Wek mînak strana „va dîsa bû shev“ gelek kêfa min ji vê stranê re tê. Wekî din stranên hunermendê nemir Mihemed Shêxo, kêfa min ji wan re jî gelek tê.

Tu rewşa mûzîka kurdî çawa dibîne? Mûzîka me li kîja newalê ye?

Vê demê mûzîka me gelek pêshketiye. Êdînî hunermend tev bi rengekî professionell karê xwe çêdikin. Lê dema mirov wan zindî dibîne gelek ji hev cûdane, ji ber teknîk pêshketî û dibe alîkar ji bo dema çêkirina berheman. Ama gava merov vî hunermendî, wek min got zindî dibîne, mirov nazdike bê teknîkê rola xwe lîstî an na. Lê tishtê bash ez dibînim ku stranên filikor nuh dikin ji nûve millet didin naskirin. Li hinek cîna jî xerab kirine, ku kirine nav pop, ez ne li dijî pop’ê me, bera „michael Jackson’ê“ kurdan jî çêbibin. Ez dibêjim ku niha demê were ku hunera sexte wê bike ve. Ew kesê ku mûzîka sexte çêkirî wê di moxila hunerê re wer xwar, ewê  ji nav hunerê derkeve. Yanî gelek hunermend derketine ku gelek xweshin û serkeftîne, wek nimûne: Hesen Sherîf, Mihemed Taha Akreyî, Abdilqahar Zaxoyî, Mehmûd Ezîz, Sheyda, Diyar, Xelîl Xemgîn, Xêro Ebbas… mirov zane ku hunermendin, ji ber zindî û di CD’êyan de wek hevin. Sipas ji bo we jî serkeftin

Hevpeyvîn: Azad Hecer Elmanya | 12.07.2007

LI GOTINEKÊ BIGERE

Mûzîk

Sîmon

Sîmon

Music Playlist at MixPod.com  

Şiyar Agiri

Şiyar Agiri

Music Playlist at MixPod.com  

Nazdar

Nazdar

Music Playlist at MixPod.com

Şerîf Kayran

Şerîf Kayran

Music Playlist at MixPod.com

Şêrîbana Kurdî

Şêrîbana Kurdî

Music Playlist at MixPod.com

Sîmar

Sîmar

Music Playlist at MixPod.com
malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info