Yilmaz Guney

Yilmaz Guney

Hunermendê Kurd Yilmaz Guney (1937-1984). Amadekarê Senaryoyê, derhêner û lîstikvanê fîlm. Bi navê xwe yê rast Yilmaz Pütün. Lê ew wek Yilmaz Guney tê naskirin. Yilmazê Başûr yanî Yilmazê Kurdistanê. Ango ew li hemberî zehmetiyan xwar nabe, nakeve bêhêvîtiyê de, naweste û serî naçemîne. Yilmaz bi Kurdî tê van wateyan. Ew li ser trajadî û drama xelkê xwe radiweste. Yilmaz Guney di sala 1937an de li gundê Edenê yê bi navê Yenîceyê hate dinê û yek ji 7 zarokên malbateke karkere û eslê xwe Kurde. Dibistana seretayî ango ya destpêkê û ya navîn li Edenê qedand. Ew ji 9 saliya xwe ve dest bi karkirinê dike. Guney, ji karên pembo bigre heta hesabgeriyê, gelek karên cîhêreng kir. Di van salan de wêje bala wî kişand û dest bi nivîsandina çîrokan kir. Lîseyê li Edenê, li zanîngeha Enqerê, Huquq, li zanîngeha Stenbolê jî li fakulteya îqtîsadî xwend. Di salên lîseyê de ew gelekî ji hunerê re baldare û di wan salan de kovareke humerî ya bi navê 'Dorûk' derdixe û çîrokan dinîvîsîne. Dema xwendina xwe berdewam dikir, rejîsor Atif Yilmaz nas kir.

Bi alîkariya Atif Yilmaz bû nivîsarê senaryo, lîstikvan û alîkarê rejîsor. Her wiha di sala 1957ande ji bo xwendina fakulteya îktîsadê diçe Stenbolê. Lê nikare dewam bike. ji ber ku ji sala 1955an ve ye takîbat û dadgeha der barê wî de bi dawî bibû û di destpêkê de 7 sal û nîv bi cezayî zîndanê û 2 sal û nîv cezayê surgunê tê cezakirin. Paşê dadgeha temyîzê biryarê xera dike û di encama dadgehên nû de cezayî wî dibe salek û nîv zîndan û 6 meh surgun. Lewma dibistana wî nîvco dimîne û rêyek tenê li ber wî dimîne. Bi gotina wî ew neçare di dibistana jiyanê de û bi rêya mamosteyên ku jiyan qebûl dike xwe perwerde û hîn bike û ew wisa dike... Di vî warî de ew wiha dibêje; "dibistana min pirtukin, sînemaye, girtîgeh, qanûnên jiyanê yên tund, zextên civakî, xayîntî û mêrxasîye. Mamosteyê min jî jiyane." Guney, di sala 1972an de bi sedema ku tevlî bûyerên sîyasî bûye tê girtin û 2 sal li girtîgehê dimîne û paşê serbest tê berdan.Yilmaz Guney dema li Edenê fîlmê bi navê 'Endîşe' dikişand, dozgerê Yumurtalikê ji ber haqareteke ku lê hatibû kirin kuşt û bi 18 sal cezayê zîndanê hate mehkum kirin. Yilmaz Guney, di sala 1981ê ji girtîgeha Spartayê reviya û bi awayekî veşartî derkete dervehî welat.

Guney, her wiha di 9 îlona sala 1984an de di 47 saliya xwe de li fransayê çû ser dilovaniya xwe. Ew di fîlmên xwe de, li ser tengasiya jiyana gelê Kurd radiwestiya her wiha, xebatên xwe li ser çîrok, ceribandin û senaryo nivîseriyê jî hebû. Ew di jiyana xwe ya hunerê de gelek berhemên giran bûha li dû xwe dihêle. Fîlmê Yilmaz Guney ê bi navê Yol jî yek ji van berhema ye. Rê, di sala 1982'an de, bi fîlma 'Wenda' ya rejîsorê Yunanî Kosta Gavras re, xelata Palmiya Zêr, parvekiribû.

LI GOTINEKÊ BIGERE

malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info