Şeyda

Şeyda

Destpêkên Şeyda ên hunerî?

Huner di hemû qonaxên jiyana min de bi min re jiya. Min ji biçûkaniya xwe pir li stranên kurdî guhdarî dikir. Min pir ji stranên Mihemed Şêxo, Tehsîn Taha, Mihemed Arif û Şivan Perwer hez kir. Ji bilî vê yekê dengê diya min pir xweş e û ewê herdem ta nuha jî stran bo me digotin.
Min di sala 1988ê de bizqek ji xwe re kirî. Hêdî hêdî û bi vîna xwe ez fêrbûm li vî alavê muzîkî bidim. Piştî min xwendina xwe ya dibistanê bidawî anî, ez ji 1993-1994 li bajarê Qamişloka delal derbasî Instîtûta Mûzîkê bûm.
Piştî çend salan hizra damezirandina Koma Orkêş li nik min û hevalên min Sefqan û Dijwar peyda bû, ta ku me bi rastî jî ew kom di sala 1998an de damezirand û em ta vê demê jî bi hev re kar dikin.

Pir kes dibêjin ku strana “Dîlber” derbirîna serpêhatiyeke te ya şexsî ye: Gelo ev tişt rast e û te pêşbîniya serkeftineke wilo jê re dikir?

Wekû tu dizanî dîlber di kurdî de tê wateya yar, ango ew keça tu jê hez dikî. Strana Dîlber bi rastî jî, serpêhatiyeke min ya şexsî derdibire û min ew ji kûrahiya dilê xwe bo wê keça min jê hez kir, stirand. Evîna me 12 salan dirêj kir û min nikarîbû ez navê wê ê rast ( Medîha) di stiranan de bêjim... ew niha kebanî û diya kurê min Awat e..
Min pir ji stirana Dîlber hez kir..pir kesan jî wilo jê hez kir lê min qet bawer nedikir ku ew bi vî şêweyî biser keve û sînorên cih û demê hilweşîne û derbasî her malekê û her dilekî bibe.

Jiyana me ji astengan mişt e... evîna me tev asteng e û nanê me ji hevîrê xemgîniyan çêbûye..   tiştê herî dijwar ku tu lê rast hatî çi ye?

Dijwarî li pêş hemû karên mirov derdikevin, bi taybetî di rewşa me ya taybet ku tije ye ji astengiyan. Lê baweriya min bi tiştekî navê wî Mustehîl (bêçareyî) nayê. Tenê mirovên qels bi vî zimanî diaxifin û pêwîst e em van peyvan ji ferhenga xwe dûr bikin. Mirovê ku bixwaze karekî bike, bêguman ew dê bigihîje armanca xwe. Yek ji astengên herî mezin, astengiya diravî ye. Ew bû kelem li pêşiya min û bandorek mezin li min kir. Ji hêla din ve jî kadirê hunerî pir lawaz û kêm e. Em hêvîdar in ku ev astengî bi demê re ji holê rabin, da em jî, êdî bikaribin gavne serkeftîtir ber bi pêş ve bavêjin.

Dengê te pir germ e û stiranên te tije hest in, gelo jiyana te ya rojane jî mîna stiranên te aram in?

Sipas ji xwedê re, jiyana min hêmin e û ez bextewer im bi jin û malbata xwe re. Min roj in pir dijwar dîtin lê divê mirov qet têkneçe. Berevajî wê divê em wekî çiyayên welêt payedar bin, çimkî jiyan herdem ji tiştên dijberî hev pêk tê û eger hat û em pêrgî rojin reş hatin, ev nayê wê wateyê ku dem dê raweste û emê êdî jiyana xwe tevî wilo derbas bikin. Xweşikbûna rojên bextewar di jiyana me de ji kêmbûna wan tê.. divê em her bizanbin ku piştî şevê roj hiltê..

Piraniya hunermendên kurd koçberî Ewrupayê bûn, tu çi li ser vê pirsgirêkê dibêjî, gelo Şeyda dê rojekê bide ser rêya wan?

Rast e, koçberiya hunermendan û kesên din jî pirsgirêkek rasteqîn e û brînek dijwar e di dilê welêt de. Hemû zextên ku li dijî kesê kurd pêk tên jî, ji bo bicihkirina vê armancê ye. Lê li vir jî, ez bi tenê dikarim li ser xwe biaxifim û hukum bikim. Ez heya niha rojekê nefikirîme ku welatê xwe berdim û koçî biyaniyê bibim. Li wir tu ê wî laşê ku awazên te tê de bihelin nebînî, tu ê guhên ku li ahînên dilê te guhdarî bikin nebînî.. Tenê welat me fam dike û em wî fam dikin. Tenê sinbilên Amûdê, Qamişloyê û Efrînê û her gundek û bajarekî kurdî bi awazên stiranên me re li ba dibin... Li vir tu serdestê xwe yî, lê li biyaniyê serdestên te pir in..

Stiranên te agirê evînê di hinavên me de vêdixin û me evîndar dikin bêyî ku em bizanibin.. tu çi li ser evînê dibêjî?

Evîn bingeh e bo her tiştî, ew kaniya ku çemên jiyanê jê diherikin.. gelek şêweyên evînê hene, evîna welat, yarê, dê û bavan, hevalan...Divê mirov evînê bide, ta bikaribe tiştekî ava bike. Evîn bi xwe qet nayê guhertin lê mirov tên guhertin.

Nameyeke vekirî bo malbatên şehîdên 12 Adarê, Şeyda dê çi tê de binvîse?

ŞehIdên 12 Adarê di dil û wijdanên me de ne. Ewan ji cîhana me koç nekirin, belkû ber bi qonaxeke berztir de çûn. Ew çûn bajarne ku zulm di wan de nîn e. Di kasêta min a dawî de min stiranek bo giyanên wan ê pak amade kiribû lê rewş ne li gorî daxwazên min çû. Pirs ne tenê bi min ve girêdayî ye.. Studyoyên tomarkirinê kadiroyên hunerî jî di vî karî de hene û ez bi tenê dikarim berpirsyariya xwe hilgirim.. Lê bawer be, nameya min dê rojekê bigihîje wan, çimkî divê em qet nemerdiyê bi ên ku xwîna xwe gorî welat û dozê kir, nekin.

Zaroktî di jiyana me de tune bû, dema Şeyda zarok bû, dixwest bibe çi û gelo wî xewna xwe pêk anî?

Di destpêka jiyana min de, min ji xwe re digot: divê Şeyda rêyekê di jiyanê de bo xwe hilbijêre ku pê re xelk wî di bîra xwe de bihêlin. Eger min stiran negotibana, ez ê şewekarek, an muzîsenek, an jî helbestvanek bama, lê stirangotin timî hêvî û xewna min ya mezin bû. Ez niha dixwazim ber bi pêş ve herim. Ne ji bo kesayetî û navdariya xwe, belkû bo yek tiştî. Ew jî hunera kurdî ye. Her yek ji me kurdîtiya xwe û hezkirina xwe ji welatê xwe re bi rengekî taybet diparêze. Ez jî hewil didim ku tiştekî layiq bidim hunera kurdî, ji ber ev erkê min û yê her hunermendekî kurd e. Aliyê madî rojekê ji rojan bi tena xwe nebûbû afirênerê şaristanî an jî hîmê bingehîn bo welatên azad.

Pêşengê te di vê dinyayê de kî ye?

Bandora kesayetiya bavê min bi şêweyekî mezin li min heye. Wî ez fêr kirim ku xwe ji dijwariyên jiyanê re ne tewînim. Ji hunermendan jî Mihemed Şêxo bandora xwe li min kir, ne tenê ji ber stiranên wî lê ji ber kesayetiya wî û nirxên ku ew sembola wan e. Ez pir rêza perîşaniya wî û westandina wî di ber netewa xwe de digrim. Mihemed Şêxo xebatkarekî rasteqîn bû, kurdayetiya durust di kesayetiya wî de bi gewde bûbû.

Di dawiyê de, Şeyda çi diyarî cemawerê xwe dike?

Ez sê gotinan diyarî cemawerê xwe dikim: hezkirin, dilsozî û hevaltî.. ez pir têdikoşim ku wan di jiyana xwe de bicih bînim. Di dawiyê de dixwazim bibêjim ku evîna welêt di ser her tiştî re ye. Yê ku nikaribe ji keçekê hez bike, ewê ji welatê xwe jî hez neke.. divê em welat di çavê yarê de jî bibînin.

Hevpeyvîn: Silêman Şero | Werger: Ferhad Ehmê | 25.08.2005

LI GOTINEKÊ BIGERE

Hevpeyvîn

Evîn Beyaz: Ji Serî Heta Binî Evîn im

 Evîn Beyaz: Ji Serî Heta Binî Evîn im

Warvîn / Amed – Hunermenda dengxweş Evîn Beyaz ku bi albûma “Ez ji te hez dikim” derkete pêşberî hezkiriyên xwe, diyar kir ku pêşî navê wê Evîn bûye, piştre bûye Newroz û wiha got: “Ji ber ku ez şeva Newrozê hatime dinyayê û Newroz kurdan pir baş dide naskirin, min xwest navê min bibe Newroz....

Hevpeyvîn li gel hunermenda Ciwan Newroz

 Hevpeyvîn li gel hunermenda Ciwan Newroz

Em dikarim Newrozê nas bikim ka ji kuderê ye û çawa dest bi karê hunerî kiriye? -Ez keça malbateke Kurd a Amedê me û di 3’yê îlona 1980’ê de ji dayîk bûme. Ez di nava çand û zimanê Kurdî de mezin bûm, ji ber ku kesên di malbatê de tev bi hunerê re, bi taybet jî muzîkê re mijûl dibûn, her wiha...

Evîna Welat: Giyana awaza kurdî kêm dibe guhdarvanên strana kurdî kêm dibin

Evîna Welat: Giyana awaza kurdî kêm dibe guhdarvanên strana kurdî kêm dibin

P: Evîn xan, divê çi taybetmend li cem wan kesan hebin da em bêjin ew(di warê peyv, awaz, starn) hunermendin? B: Hunermend ew e yê ku karibe di hestên xwe de afirandinê bike, anku zanibe hez bike û di navbera xwe û hestên xwe de rast be û di awazê de gihayî be ji xemlandina stranê...

Şeyda | Vîdyo

Hevpeyvîn bi Şeyda re | Vîdyo

Mizgîn Tahir di albûma xwe ya nû de Mozart bi kurdî stra

Mizgîn Tahir di albûma xwe ya nû de Mozart bi kurdî stra

STENBOL, 5/2 2010 — Hunermenda operayê Mizgîn Tahir di albûma xwe ya nû "Lorîka Adîloş" de, ko ji Kom Muzîkê derket, helbestên Cigerxwîn, Ahmed Arif û Teymûrê Evdikê bi besteyên muzîsyenên navdar Rahmaninov, Mozart û Verdi re gihandin hev. Albûma Mizgîn Tahir ko navê xwe ji helbesta Atmed...

Hevpeyvîn li gel hunermend Dilniya

Hevpeyvîn li gel hunermend Dilniya

Karox Hacî Mela Es’edî hevpeyiînek li gel sitranbêj Dilniya Qeredaxî kiriye û di rojnameya Hewlêr ya îro de belav bûye. Kulturnameyê ew ji kurdiya soranî kiriye ya kurmancî û wê li jêr belav dike: Pirs: Çima piştî stirana »Yaran« ku ji xweştivîtirîn stiranên te ye, te çi stiraneka dî ya ji wî rengî...

Hevpeyvîn li gel Hunermend Selah Osê

Hevpeyvîn li gel Hunermend Selah Osê

Kekê Selah Ez bi xêrhatina te dikin û bi hêvîne ku tu serkeftî û kêfxweş li welatê bav û kalan vegerî. Kekê Selah bi destura te be ez ê çend pirsan ji te bikin? Ser cava kekê xebat ez bo vê derfeta ku we da min spasya we dikim û serkeftinê ji karê we re dixwazim.  Selah Osê: Sî sal di nav...

Ednan Mihemed Bavê Heco | Dêrka Hemko 1969 | Sazvan û awazçêker

Ednan Mihemed Bavê Heco | Dêrka Hemko 1969 | Sazvan û awazçêker

Pêşî xwe bide naskirin , Bavê Hêco kiye ? Navê min Ednan Mihemed e , bi Bavê Hêco hatime naskirin ,di sala 1969an li bajarê Dêrika Hemko di malbatek a xizan de hatime jînê û ta niha lê dijîm .     Kengî te dest bi hunerê kiriye û li çi sazan didî ?  Despêka min di sala...

Rodî: Tevî êzîdiyan mirovahiya me jî têk diçe

Rodî: Tevî êzîdiyan mirovahiya me jî têk diçe

Derhêner û wênekeşê kurd Rodî Yuzbaşî, belgefîlma xwe ya bi navê “Mezra Êzîdiyan" di destpêka sala 2009'an de bi dawî kir. Mezra Êzîdiyan hê ku nû qediya di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Enqerê de, di beşa Belgefîlmên kurt de xelata duyemînî bidest xist. Belgefîlmê Mezra Êzîdiyan ku di encama...
malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info