Evîna Welat: Giyana awaza kurdî kêm dibe guhdarvanên strana kurdî kêm dibin

Evîna Welat: Giyana awaza kurdî kêm dibe guhdarvanên strana kurdî kêm dibin

P: Evîn xan, divê çi taybetmend li cem wan kesan hebin da em bêjin ew(di warê peyv, awaz, starn) hunermendin?

B: Hunermend ew e yê ku karibe di hestên xwe de afirandinê bike, anku zanibe hez bike û di navbera xwe û hestên xwe de rast be û di awazê de gihayî be ji xemlandina stranê re.

 

P:Tu ji rewşa îro ya hunermendên kurd raziyî? Gelo daxwazên civaka kurd ji hunermendan çi ne û hunermend dibin bersiva van daxwazan?

B:Mixabin ev kêm e, jiber gelek ji wan dimînin di bin bandore Ereb, Tirk û Firsan de. Wek tê dîtin, dixwazin rengê mûzîka kurdî(bê ku haj ji xwe hebin)ji holê rakin. Ji bersivê zêdetir, karek neyînî di civakê de dikin, giyana awaza kurdî kêm dibe û

guhdervanên  strana kurdî kêm dibin.

 

P:Ev dengê xweş, ev awaza xweş ya Evîna Welat ji kû tê? Em dikarin bibêjin bandoreke giring ya çiyayê kurmênc, kanî û sirûşta Efrînê li ser vî dengî heye?

B: Erê hevalê hêja, ez di nava wan çiyan û newel û şînkayîya Efrînê de hatim jiyanê û bandoreke xwe ya giring li ser min heye. Xala din a giring, bajarê Heleb bajarê mûzîkê ye, warê hunermendê mezin Sebah Fexriye. Guhên wan xurte, ku kesê nizanîbane bistre ew ji civata xwe diavêtin.

 

P:Astengiyên di jiyana we ya hunerî de derketîn çi ne û li hember wan helwîsta Evîna Welat çi bû? 

B: Temenê min 9 salî bû dema min dest bi stranê kir, heta îro xewn di hundirê min de dijiyan û dimirin, dihatin û winda dibûn. Gelek astengî li pêşiya min derketin; civakî, aborî hwd. Pir cara min stran dihêla, lê hevalên min ez rexne dikirim û digotin mixabin ev çend sale te li berxweda û nuke bi hesanî tu zaroka xwe dihêle. Bi rastî dema çîroka şerê xwe yê jibo mûzîkê min kirî  tînim ser ziman(girî û êş), nema pêşiya xwe dibînim. Lê piştî şoreşeke mezin min elbomeke xwe derxist û ji nûve hatim dinyayê. Her çende ne bi dilê min be jî, ew zaroka di hundirê min de digriya, nuke hatiye dinyayê.

 

P:Tu carna di jiyana xwe de poşman bûyî û te gotiye xwezî min ev nekiribane?

B: Erê, jiyana min tev poşmaniye, xwezî nehatibame dinyayê?!

 

P:Dema we dest bi hunerê kir, yên bandor li we kirîn û bi we re bûyîn alîkar kî ne? Ji hunermendan yên herî nêzîkî dilê Evîna welat?

B: Xalê min û diya min pir alîkarî bi min re kirin, lê bavê min li min qedexe dikir. Ji Dilinya Rezazî, Bilind Îbrahîm, Sefqan, Şeyda, Çopî, Îbrahîm Mihemed Şêxo hez dikim û wan nêzîkî dilê xwe dibînim.

 

P:Niha çi proje û planên we yê hunerî hene?

B: Di serê min de projeya kilîpekê heye û aşopên min di vî warî de bilindin, lê ez ê li berxwe bidim.

 

Çavkanî: www.rojnamawar.com

 

 

LI GOTINEKÊ BIGERE

Hevpeyvîn

Şeyda | Vîdyo

Hevpeyvîn bi Şeyda re | Vîdyo

Şeyda

Şeyda

Destpêkên Şeyda ên hunerî? Huner di hemû qonaxên jiyana min de bi min re jiya. Min ji biçûkaniya xwe pir li stranên kurdî guhdarî dikir. Min pir ji stranên Mihemed Şêxo, Tehsîn Taha, Mihemed Arif û Şivan Perwer hez kir. Ji bilî vê yekê dengê diya min pir xweş e û ewê herdem ta nuha ...

Roj Elî

Roj Elî

Hozan Roj Elî, tu dikare xwe ji bo xwendevanên me naskirin? Ez bi xwe li bajarê Hesekê başûr-rojavayê Kurdisranê hatime dinyayê, sala 1976. Min di sala 1990 dest bi karê mûzîkê kir. Min pêşî li keyburd dixist bi Hunermend: Azad Tîrêj, Ebdil-Semed Oso, ku min ew di riya hevalekî xwe're ew nazkirin....

Rodî: Tevî êzîdiyan mirovahiya me jî têk diçe

Rodî: Tevî êzîdiyan mirovahiya me jî têk diçe

Derhêner û wênekeşê kurd Rodî Yuzbaşî, belgefîlma xwe ya bi navê “Mezra Êzîdiyan" di destpêka sala 2009'an de bi dawî kir. Mezra Êzîdiyan hê ku nû qediya di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Enqerê de, di beşa Belgefîlmên kurt de xelata duyemînî bidest xist. Belgefîlmê Mezra Êzîdiyan ku di encama...

Mizgîn Tahir di albûma xwe ya nû de Mozart bi kurdî stra

Mizgîn Tahir di albûma xwe ya nû de Mozart bi kurdî stra

STENBOL, 5/2 2010 — Hunermenda operayê Mizgîn Tahir di albûma xwe ya nû "Lorîka Adîloş" de, ko ji Kom Muzîkê derket, helbestên Cigerxwîn, Ahmed Arif û Teymûrê Evdikê bi besteyên muzîsyenên navdar Rahmaninov, Mozart û Verdi re gihandin hev. Albûma Mizgîn Tahir ko navê xwe ji helbesta Atmed...
malperXANE KurdDOZ | AZADO | MihoKurd | info